- Rêxistina HDP'ê ya Mamakê kursên Kurdî dide. Eleqeyeke mezin ji bo wan kursan heye. Kurs heftê rojekê û 4 saet e.
Rêxistina HDP'ê ya Mamakê kursên Kurdî dide. Eleqeyeke mezin ji bo wan kursan heye. Kurs heftê rojekê û 4 saet e. Ji 12 saliyan heya 62 saliyan gelek kes tevli qursa zimanê kurdî dibe.
Mûhammet Alî Kûrt ê 12 salî anî ziman tevî ku li mala wan bi Kurdî tê axaftin, ew Kurdî nizane û ji bo vê yekê hatiye kursê. Mûhammet got:
"Ez qenalên Kurdî temaşe dikim. Stranên di wan de bala min kişandin. Meraqa min ji vir tê. Dixwazim xwe pêş bixim û paşê dersê bidim."
Nişmiye Kart a 62 salî jî anî ziman ku ew bi zaravayê Kirmanckî dizane, lê ji bo zaravayê Kurmancî hîn bibe hatiye kursê û got: "Ji bo ez nûçeyên Kurdî baş fêm bikim hatim kursê. Divê zimanê zikmakî neyê jibîrkirin, bigihê nifşên nû. Divê hejmara kursên wiha bê zêdekirin.
Divê Kurdî ji dibistana seretayî heya zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê. Divê li her derî Kurdî azad be. Jiyana gelekî girêdayî zimanê wî yê zikmakî ye. Ger ziman bimire, ew gel jî dimire."
Yozgatî ye dixwaze Kurdî hîn bibe
Ercan Ozben ê ji Yozgatê jî got: "Min his kir ku gava mirov nebe şirîkê êşên gelê Kurd, kêmasî ye. Lewma tevli kursê bûm. Dixwazim Kurdiya xwe pêş ve bibim. Her wiha divê Kurdî jî bibe zimanê hevpar ê gelan. Di vî warî de çi ji destê me bê em ê bikin. Li herêma Mamakê çi Kurd çi Tirk ferq nake, her kesî vedixwînim vê kursê."
MA/ENQERE