Wêjegeh Amed bernameya xwe ya meha Nîsan û Gulanê diyar kir. Wêjegeh Amed berê jî her meh çalakiyên cur bi cur li dar dixistin û mijarên wêjeyî nîqaş dikirin. Wêjegeh, Nîsan û Gulanê jî bi rêzeçalakiyên nû dixwaze xwe bigihîne wêjehezan û konê xwe “Li Mala Rûzemînê” datîne.
Bernameya Li Mala Rûzêmîne, ji înê û pê ve, wê bi qasî du mehan û her roja înê bidome û wê di yekşema dawî ya meha Gulanê de jî bi şeveke helbestê bi dawî bibe. Wêjegehê da zanîn ku Li Mala Rûzemînê piyekî nû li ser şopa xwe ye û ev bang kir: “Em ji jinan dest pê dikin û di rêya ku berpêyî “dîkeyî” diçe de, li xwezayê, li ziman û li hunerê digerin. Ev rêwîtî wê bi cudatiya rêyan, dengan û rengan; yanî wê bi cudatiya tiştên ku dor li me hemûyan digirin, bikude.”
Wêjegeh di daxwiyaniyê de dibêje, krîzên tundiya kapîtalîst hem li laş hem jî li ziman kar dikin. Wêjegeh balê dikişîne ser wê yekê ku veguherîna her laş û zimanî yekta ye û pêwîstiya wê bi pûtepêdana civakê heye. Wêjegeh wiha dibêje, “Ji formên nû yên civakî, ekonomîk û polîtîk, vexwendinên nû dizên berpêyî laş û ziman.”
Mal ku der e?
Wêjegeh di daxwiyaniya xwe de tîne ziman ku ji bo guherîna rûzemînê divê mirov ji mala xwe dest pê bike û di gel vê yekê pirsa “Mal ku der e?” dike: “Serê pêşîn, ew der ku hemû dengên ku li dor wê tên bihîstin, li ser giranbihatiya malê diaxivin û guhdarî dikin. Jiyana ku di nava malê de ava dibe, ji der ber bi hundir ve ye. Herçî hêlînbûna malê ye, divê karibe ji hundir ber bi der biaxive û ji mala xwe dest pê bike û rûzemînê biguherîne. Wê gava ku kêlî di ser zemînên xwe re deb bihêrbar, dîrok li hev digerin. Li ser sînga rûzemînê hêlînên nû ava dibin”
Bang û daxwaza me
Wêjegeh banga xwe wiha bi dawî dike, “Bêyî ku em livîn û tuxleyên mala hilweşiyayî li xwe bikin jêmayî, em li zimanê mala rûzemînê bigerin... Bi tevî dengên ku ji binî ve tên, bi bihîstina dengê hev û dengê her tiştî. Bang û daxwaza me ev e.”
AMED