Li Lêlûnê 11 fillmên nû

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 24 Îlon 2020 - 01:00

Mihrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî pêr êvarê di roja duyemîn de li Kampên Berxwedan û Serdem ên kantona Şehbayê, 11 filmên kin û dirêj nîşan dan.
Xebatên Mihrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî bi dirûşmeya "Bi yek gulê nabe gulistan", dewam dike.
Li Kampa Serdem pêr êvarê filma bi navê "Hunger (Birçîtî)" ya ji Hindistanê, hate nîşandan. Film a derhêner Katiban Shigyuri ye û 8 deqîqe û 26 saniyeyan dirêj e.
Bûyerên di filmê de ji bûyerên rastî hatine girtin û tê de behsa birçîbûn û jiyana insanî tê kirin.
Bûyerên filmê li ser zilamekî xizan in ku li nêzî xeta trênê dijî û debara xwe bi firotina tiştên nû li kolanên bajarê Mombeyê dike.
Piştre filma "Ji bo azadiyê" derhênerê Kurd Ersîn Çelik ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye çêkirin û dema wê 2 saet û 22 deqîqe ne, hat nîşandan.
Film li ser berxwedana xwerêveberiyê ya sala 2015`an li bajarê Amedê ye; hingê hêzên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî sed rojan dor li wan tê girtin û wan li ber xwe dabû.

Bi gelek kurtefilman

Li Kampa Serdemê jî Filma "Cry of the sky (Qêrîna ezmên)" filma ji Başûrê Kurdistanê ya saetek û 21 deqîqeyan dirêj, hat nîşandan. Film li ser bûyerên 1975`an li Başûrê Kurdistanê ye, dema ku rejîma Baasê şer li dijî tevgera Kurdî ya wê demê ragihand ku di encamê de komkujî pêk hatin û bi sedan malbatên Kurd koçberî herêma li ser sînorên Iraq-Îranê bûn.
Piştre filma "With..out" anku "Bi… Bêyî" ku ji Lehistanê beşdar bûye yê 5 deqîqeyî, hat nîşandan. Film li ser xweşikbûna xwezayê û dewlemendiya wê ye ku mirovan hişt xweza bikeve rewşeke bi talûke û gelek cureyên ajalan tine bibin.
Piştre filma "Saad´s olive tree" ê (Dara Zeytûnê ya Seedî) derhêner Ehmed El-Zeyrî yê ji Îranê, 20 deqîqyan dirêj e, û pêr li Serdemê hat nîşandan. Film li ser xortekî bi navê Seedê halê wî yî derûnî xirab e; dayika wî hewl dide wî ji wê rewşê derxîne.
Her wiha filma ji Îranê ya bi navê "Mountain" yanî "Çiya" yê derhêner Teymûr Xedîrî û dema wî 2 deqîqe ye, hate nîşandan. Film li ser zarokekî ye ku li ser sînorên Îran-Iraq-Tirkiyê dixebite û dixwaze li şûna vê, bilîze û li filmên karton temaşe bike. Film li ser feqîriyê ye.
Piştre filma "Mr.Self" yê ji Bulgxaristanê, hat nîşandan.

Ji Rojhilat û Îranê ne

Heh wiha filma "Ghost of spacetime" (sawêra serdema fezayê) yê derhêner Kerîm Tecûdi yê 8 deqîqe û 35 saniyek, hat nîşandan. Film li ser zarokekî ye ku bavê wî di şer de dimire û ji ber xizaniyê dayika wî xwe dikuje û zarok ji birçîna dimire.
Filma "Facebook- la grande pioggia" (facebook- Barana Gur) yê derhêner Massimo Finley yê ji Îtalyayê 15 deqîqeyan dirêj e, ev film jî heman êvarê hat nîşandan. Film li ser zehmetiya jiyana nûjen û mijûlbûna xelkê bi malperên tevna civakî re ye ku digihîne astekê ku tevgerên ne ji rêzê di nava gel û malbatan de derkevin holê.
Her wiha filma "This side, other side" anku "ev alî, ew alî" yê derhêner Cewad Cancî yê ji Îranê yê qederê 9 deqçqeyan, hat nîşandan. Di filmê de tê destnîşankirin ku ti astengî nikarin pêşiyê li zarokan bigirin ku hevaltiyan çêkin.
Di festîvalê de doh êvarê jî Mission H2O ji Venezuelayî, The red mountain (Çiyayê sor) ji Lubnanê, Password (şîfre), ji Îranê, The tumor (Tumor) ji Îranê, Steep (Şor) ji Hindistanê, Nations like you (Neteweyên weke we) ji Misrê li kampa Berxwedan hatin nîşandan.
Li kampa Serdemê jî doh Shanin ji Îranê, General Dream (Xewna giştî) ji Elmanyayê, Best Prize (Xelat herî baş) ji Iraqê, Angman ji Îrlandayê, El-Berzex ji Misrê, Winged Miracle (Mûcîzeya bi bask) ji Azerbeycanê hatin nîşandan.

Bernameya îro lêi herdu kampan

Îro di çarçoveya festîvalê de li Kampa Berxwedan White fish season (Sezona masiyê spî) ji Îranê, CV ji Mexribê, Orange man derams (Xewnên zilamê pirteqalî) ji Iraqê, Under the shadow (Li bin siyê) ji Urdunê, Têlê Kincan, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên nîşandan.
Li Kampa Serdemê jî Narrgese Mast ji Îranê, Juan Viento ji Arjantînê, Elephant bird (Teyrê fîlî) ji Efxanistanê, Irony (Îronî) ji Awustralya, Beware the wolf (Hay ji gurî hebe) ji Fransayê, Electric ji Fransayê, Dengê daholan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên nîşandan.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.