Li Krakovê Beşa Lêkolînên Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Sibat 2021 - 02:37

Li Lehistanê yan jî bi navê wê yê niha belav Polonyayê, lêkolînên Kurdî ne mijareke nû ne. Lê weke beşeke bi serê xwe ew pirr jî kevin nîne. Lê Înstîtuya Xebatên Rojhilatnasiyê (Fakulteya Fîlolojiyê) ya Zanîngeha Jagiellonskî ya li bajarê Lehistanê Krakovê, ji mêj lêkolînên Kurdî jî dike. Beşa Lêkolînên Kurdî ya li vê înstîtuyê damezrandî jî li ser projeyên taybet xebatên hêja derdixe holê. 

Berê niha "Projeya Çalakvanî û Bingehên Wê yên Exlaqî û Çandî: Hemwelatîtiya Alternatîf û Rolên Jinan li Kurdistan û Dîasporayê (ALCITfem)" daye ber xwe. Ev jî bernameyeke lêkolînê ya navdîsîplînî ye. Di danasîna projeyê de tê gotin, "bingeha wê li ser xebatên wêjeyî, antropolojiya çandî, xebatên zayendî û civaknasiyê hatiye danîn." Di projeyê de înstîtuyên Beşernasî û Zanistên Civakiyê bi hev re kar dikin. Beşa Lêkolînên Kurdî ya Înstîtuya Xebatên Rojhilatnasî ya li Krakovê, Navenda Lêkolînên Zayendî (STK, Senter for Tverrfaglig Kjonnsforskning) ya Zanîngeha Osloyê (UiO), Navenda Xebatên Pêşketî yên Nifûs û Olê (CASPAR) ya Zanîngeha Aborînasiyê ya Krakovê (CUE), Fato, Înstîtuya Kar û Lêkolînên Civakiyê ya li Osloyê û Muzeya Asya û Pasîfîkê (Warşova). Proje bi bernameya Grieg a Navenda Zanistê ya Neteweyî ya Polonyayê û bi Hîbeyên Norwecê tê fînansekirin.

Li Beşa Lêkolînên Kurdî ya li Krakovê berê jî projeya "Hemwelatiyên Dinyayê" bi rê ve çûbû. ev proje bi Edebiyata Kurdî ya modern û pêvajoya çêkirina mîrasê wekî riyên guhertin û nûkirina zimanê Kurdî û rêûresmên devkî daketibû. 

Beriya wê jî di navbera 2013 û 2018'an de bi navê "Deng çawa dikare bê bihîstin" projeyek hatibû birêvebirin. Di vê projeyê de jî Beşa Lêkolînên Kurdî bi "berdewamî û guhartinên çand û realiteya civakî yên Kurdî di perspektifên postkolonyal de" daketibû.

Beşa Lêkolînên Kurdî heta 2018'an 20 hejmarên kovara xwe "Fritillaria Kurdica" jî weşandin. Berpirsa beşê Joanna Bocheńska ji ber ku bi Kurmancî-Soranî-Zazakî navê beşê bi devê deriyê buroya xwe ve daliqandiye, kêfxweş bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.