Li Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner, merasîma vekirina pêşangeha wêneyan a salane bi sponsoriya Desteya Çandê û bi beşdariya bi dehan xelk û nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl hat lidarxistin.

Di pêşangehê de 100 tabloyên cihêreng cî girtin. Wêne ji aliyê 19 xwendekarên kur û keç bi çavdêriya mamoste Zehredîn Ebdê û Nûrhan Cimo hatin xêzkirin.

Hevseroka Navenda Baqî Xido, Neclaa Bozan axaftina destpêkê kir û got, "Bi navê rêveberiya Navenda Baqî Xido em bixêrhatina mêvanên vê pêşangehê dikin, bi hêvî ne ku li gorî wan be, her tabloyek çîrokekê dibêje. Tevgera Çand û Huner wê piştevaniya derketina behreyên veşartî bike."

Neclaa Bozan di dawiyê de malavahiya xwendekarên ku bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûne kir û got, "Em bi we serbilind in."
Dûvre rêveberiya Navenda Baqî Xido xwendekarên beşdarî pêşangehê bûne, xelat kirin û li nava pêşangehê geriyan. Dê çalakiyên pêşangehê heta 3 rojan bidomin.

Ev pêşangeh her sal li Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner tê vekirin. Lê ji ber pandemiya vîrusa koronayê û tedbîrên pêşîlêgirtina pandemiyê, pêşangeh par nehat vekirin.

ANHA/KOBANÊ