Li Kobanê dibistana muzîkê vedibe

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 20 Tebax 2025 - 00:14

Li bajarê Kobanê wê yekem dibistana hunerî were vekirin û perwerde li ser hemû amûrên hunerî bê dayin. Tomarkirina şagirtan ji 1'ê Tebaxê heta 15'ê Tebaxê bû û wê avahiya dibistanê jî li taxa nû ya bajarê Kobanê be.

Hevseroka Çand û Hunerê ya Baqî Xido Evîn Berewad têkildarî yekem dibistana fêrkirina muzîkê ya ku wê di demeke nêz de li bajarê Kobanê vebe, axivî û diyar kir ku armanca dibistana berbehs parastina çanda resen ya di nava civakê de ye.

Evîn Berewad di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku amadekariyên vekirina dibistnana muzîkê hê jî berdewam dikin û ev yek anîn ziman: ‘’Di nava civaka me de gelek xwendekarên ku ji muzîkê hez dikin hene. Ji ber vê yekê jî vekirina vê dibistanê tiştekî gelekî girîng e. Me jî dest bi amadekariyên vekirina dibistanê û serlêdanên tomarkirinê kir. Daxwaza me ew e ku em ruhê hunerê li Kobanê belavtir bikin."

Ji nûve ruhê hunerî ava dikin

Evîn Berewad di dewama axaftina xwe de anî ziman ku xwendekar wê li ser hemû ensturmanên hunerê bên perwerdekirin û wê dersên solvêjê jî werin dayîn û got: "Wê di vê dibistanê de mamosteyên herî pispor yên mûzîkê dersan bidin. Wê temenê xwendekaran jî di navbera 12-18`an de be. Armanca me ew e ku em orkesterayeke gelekî mezin ava bikin û di vê orkestrayê de jî wê bi taybet çand û hunera Kobanê derkeve pêş. Di gel ku bajarê Kobanê bû şahidê gelek şer û aloziyan, me xwest bi vî rengî di nava civakan de û bi taybet di nava zarokan de ji nû ve hunerê û ruhê hunerî bidin avakirin û pêş bixin."

‘Huner vejîna jiyanê ye’

Evîn Berewad di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bandorên şer ên neyînî yên li ser derûniya zarokan û ev yek anîn ziman: ‘’Şer bandoreke neyînî li derûniya zarokan dike. Lê belê huner jî weke vejînekê jiyanê diafirîne. Wê zarokên me di nava civakê ji nû ve hunerê pêş bixin. Em jî bi hêvî ne ku wê hemû xwendekarên me û zarokên me bi xweşî tevlî bibin û em ê bi hunera xwe jiyanê biafirînin.’’

ANF/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.