• Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî par dest pê kiribû, û kurtefilmên herî zêde yek deqîqeyê dirêj beşdarî dibin.

Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî par dest pê kiribû, û kurtefilmên herî zêde yek deqîqeyê dirêj beşdarî dibin. Ji 47 kurtefilmên ji bo amadekarên festîvalê hatin şandin, 16 kurtefilm hatin neqandin. Niha ew 16 kurtefilm li ser malperê têne nîşandayîn. 

Kurtefilm li ser malpera “sinemayakurdi.net" tên nîşandayîn. Kesên temaşe dikin di heman demê de deng didin kurtefilman û di encamê de sê kurtefilmên herî zêde deng girtine, wê bêne xelatkirin. Hefteyeke nîşandayîna kurtefilman temam bû. Di vê hefteyê de herî zêde li kîjan kurtefilman hat temaşekirin? Kîjan kurtefilmê herî zêde deng wergirt? 

'QWX' li pêş e

Heta niha herî zêde li kurtefilma "QWX" (Derhêner Nurullah Akcan) hatiye temaşekirin: 2897 caran. Paşê "Êdî Bêyî Tirs" (Derhêner Ridwan Diharo) tê: 2187 caran lê hatiye temaşekirin. Piştî wê jî "Dem û Dewran" (Derhêner Resûl bafeyî) tê: 1970 caran lê hatiye temaşekirin. Di rêza çarem de "Zar" tê: 1674 car lê hatiye temaşekirin. Û rêza pêncan "Hişê Zarok" tê: 1368 caran lê hatiye temaşekirin.

Li aliyê din dengdan jî hatiye kirin û herî zêde "QWX"ê deng girtine: 497 deng. Di rêza duyem de "Hişê Zarok" heye, we jî 470 deng wergirtine.

"Êdî Bêyî Tirs" jî bi 452 dengan di êrza sêyem de ye û "Dem û Dewran" jî bi 449 dengan di rêza çaremîn de ye. Û "(ne) Ji Welat" bi 420 dengan di rêza pêncan de cih. Hê sê hefte hene û hem temaşekirin, hem dengdan didome. Film 10'ê Çile hatin nîşan dan û heta 10´ê Sibatê jî wê nîşandan dewam bike.

* Nûçe û agahiyên vl nûçeyê xwe disipêrin nûçeya di malpera Diyarnameyê de.