- Navenda Şopdarên Rojê ya Çanda Hunerê belgefilma "Waşûkanî" li kampa Serêkaniyê ya li Hesekê nîşan da.
Navenda Şopdarên Rojê ya Çanda Hunerê belgefilma "Waşûkanî" li kampa Serêkaniyê ya li Hesekê nîşan da.
Bi beşdarbûna koçberên ji Serêkaniyê, “Waşûkanî” hate nîşandan. Di nav temaşevanên belgefilmê de endamên komîteya “Em ê bimînin û venegerin” jî hebûn.
Endama Navenda Şopdarên Rojê, Êvlîn Elî têkildarî belgefilmê got, dema belgefilmê 30 deqe ye û wiha dewam kir: "Bi rêya vê belgefilmê em dixwazin berxwedana mezin a li bajarê Serêkaniyê ya li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bidin nîşan.
Her wiha me xwest balê bikişînin ser rola ragihandinê di derxistina rastiya berxwedanê û sûcên dagirkeran ên li dijî xelkê de."
Êvlîn Elî da zanîn ku armanca wan bi vê belgefilmê ew e ku rûyê dagirkeriya Tirk û rûreşiya çeteyên wê yên li hember şêniyên herêma Waşûkanî bidin nîşan.
ANHA/HESEKÊ