Li Kalnayê çanda kevnar dewam dike

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 8 Kanûn 2022 - 03:01

Wênegirê bi navê Dibyendu Biswas ev wêneyê xweşik li Hindistanê, bajarê Kalna girtiye. Navê wêneyê wî “Birincê Hişk” e û di pêşbirka “Wêneyên Salê yên Hawirdorê” ya sala 2022’yan de xelat wergirtiye. Di wêneyê wî de kesên ku birinc hişk dikin û ji hev vediqetînin tên xuyanê. Wêneyê ji jor ve hatiye girtin, rojên berê tîne bîra mirovan; berê dan dihat kelandin, danûk dihat çêkirin û piştre li ser banê xaniyan dihat raxistin da ku hişk bibe. Piştî hişk dibû jî ew dan dibirin aş û dikirin savar. Lê bi saya teknolojiyê niha her tişt hêsantir bûye û êdî kes weke berê dan nakelîne û hişk nake. 

Jixwe Dibyendu Biswas jî vê yekê nîşan dide û dibêje, “Mixabin êdî kes bi vî awayî dan hişk nake, lê li gundên Kalnayê ev çand dewam dike. Modernîzasyon tê wê maneyê ku ev kar jî têk biçe û gelek kes bê kar bimînin. Hişkirina dan a bi vî awayî di heman demê de ji bo xwezayê jî baş e, tehm di tiştên halo yên bi destdan de heye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.