Li Îlamê pêşangeheke hunerî vebû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 13 Adar 2024 - 00:14

Li galeriya hunerê ya Tonkabadî ku li bajarê Îlam dimîne, peşengeheke wêneyan hate vekirin û di pêşangehê d gelek berhem hatin nîşandan. Ev cara duyem e ku li vê navendê pêşangeh tê lidarxistin. 

Jinên hunermend beşdarî pêşangehê bûn û her wiha çalakiyên cuda yên hunerî jî hatin lidarxistin. 

Di pêşangehê de panelek bi sernavê ‘Rêbaza lêkolîn û analîzkirina berhemên dîtbarî’ hate li darxistin. Bername piştre bi muzîka zindî berdewam kir. Pêşangeha ku ev dû sale tê li darxistin, pirranî jinên hunermend beşdar dibin, jin berhemên xwe yên di qada wêne, xet, peyker, berhemên ji herî û h.w.d di pêşangehê de nîşan didin.

NÛJINHA/ÎLAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.