• Soniya Ehmed: Di huner de tişta ku bala min dibe ser xwe helbet çanda Kurdî ye, ez weke hunermendeke Kurd dixwazim teknîk û metodên nû hîn bibim û bi pêş bixim. Mîsyona min ya ewilî ew e ku bi ruhê kesayetên Kurd re têkiliyekê ava bikim û li ser vê têkiliyê xebatên xwe biafirînim.

ARDÎN DÎREN

Soniya Ehmed (her wiha Ahmed) şêwekareke ciwan a Kurd e. Ew hîna 24 salî ye û li Silêmaniye ji dayîk bûye. Soniya sala 2010’an bar dike Ingilistanê û niha jî li wir dimîne. Wê li Goldsmith’s University of London û Zanîngeha Glasgowê di beşa huner de xwendiye û her wiha wê lîsansa xwe ya bilind jî dîsa li vê zanîngehê di beşa felsefeyê de biriye serî.

Soniya Ehmed dema piçûk bûye bala wê çûye ser huner û ji piçûkatî ve xêzkareke jêhatî bûye. Jixwe, ew jî dema xwe dide nasîn, dibêje, rêwîtiya min a huner ji zarokatiyê ve dest pê dike. Çavkaniya xebatên Soniya Ehmed bêhtir babetên şexsî ne. Di wêneyên wê de metafîzîk û kodên çandî pirr li pêş in. Dema mirov serê pêşî çav bi wêneyên wê dikeve ji mirov re pirr tevlîhev tên û mirov zêde tiştekî ji wan fêhm nake. Lê dema mirov bi hurgiliyên wêneyên wê dadikeve, mirov dibîne ku wê li her fîgûrekî di wêneyê xwe de maneyek bar kiriye. Hewl dide ji çanda Kurd sûdê bigire û vê çandê bi awayekî metafîzîk nîşan bide. Ew bi xwe jî dibêje, “Ez li hunerê metafîzîk dikolim.” 

‘Çanda Kurdî bala min dibe ser xwe’

Soniya Ehmed di warê hunerê dîjîtal de jî şareza ye û xêzên wê yên dîjîtal jî gelek in. Yanî ew weke sêwirmendekê jî dixebite û di vî warî de jî gelek karên wê hene. Ew bi çapemeniya Zanîngeha Cambridge, Avahîsazên California û Zanîngeha Edinburghê re xebitiye û ji bo wan gelek tişt sêwirandine. Wê bi profesor Mouna Siddiqui re jî kar kiriye û ji bo salona konferansê ya Dubaiyê ku weke salona herî mezin tê zanîn, wêne sêwirandine. Her wiha tabloyên wê jî dîsa li Dubaiyê hatin nîşandan û li wir pêşangeh vekir. 

Soniya Ehmed dibêje, wê heta niha berhemên xwe firotine her aliyê dinyayê û ji vê yekê kêfxweş e. Lê ew kûrdbûna xwe jî ji bîr nake: “Di huner de tişta ku li ser disekinim û bala min dikişîne, helbet çanda Kurdî ye, ez weke hunermendeke Kurd dixwazim teknîk û metodên nû hîn bibim û bi pêş bixim. Mîsyona min ya ewilî ew e ku bi ruhê kesayetên Kurd re têkiliyekê ava bikim û li ser vê têkiliyê xebatên xwe bimeşînim ango biafirînim.”

‘Em û Em’ li hember zextên civakê

Tabloya wê ya bi navê “Em û Em” li hember zordestiyên civakê gelek tiştan rave dike û di civaka Kurd de wekheviya cinsan diparêze.

Wêneyekî têra xwe tevlîhev e û gelek serpêhatiyên ji hev cihê hene di wêne de. Soniya Ehmed vî wêneyê xwe wiha şirove dike, “Di nîvê tabloyê de otoportreyek heye, bi awayekî xerîb rûniştiye. Ez wek jinekê derbarê mafên xwe yên di nav civakê de difikirim. Li pêş tabloyê jî fîgûrên ku deximandina civakê nîşan didin, hene û ew ferîştahekê hildigirin. Li kêleka çepê ya tabloyê jî kelekek heye. Tablo di heman demê de rol û mîsyona mêran ya di civakê de jî derdibire, xasma jî rola bav ya di nav civakê de. Wekî din gelek fîgûrên razber ên serê wan tevlîhev hene di tabloyê de û dayikeke ku li ber pêsîra wê zarokek heye û xwe ji van fîgûran diparêze. Gelek hûrgilî û serpêhatî jî hene.

Bêhtir serpêhatiyên marjînal in.”

‘Nefspiçûkî û dilpakî hebû’

Soniya Ehmed xelata “The Issachar Fund Art Prize” jî wergirtiye. Ev xelat xelateke taybet e ku bi destê Zanîngeha Edinburgh û Dibistana Huner a Glasgowê tê dayîn. Soniya Ehmed bi profesor Mona Siddiqui re ji bo projeya “Şikir: Perspektîfên Xiristyanî û Mislimanî” xebitiye û di vê çarçoveyê de xelat wergirtiye. Mona Siddiqui ya ku li zankoya îlahîyatê ya Zanîngeha Edinburghê weke profesor dixebite, ji bo xebatên Soniya Ehmed dibêje, “Di nav pêşbirkê de gelek xebat hebûn, lê serpêhatiya Soniya û berhemên wê pirr bala min kişandin. Di wêneyên wê de ruhê minetê, diyariyeke tevlîhev, nefspiçûkî, dilpakî û  hurmet hebû.”

Soniya Ehmed di danasîna xwe de dibêje, “Bi xwe bawer bin û dema we tiştekî jidil xwest, ew tişt wê rojekê bikeve destê we. Bi ruhekî saf bawer bikin û bidin pey vê yekê.”