Xelkê taxa Qetewî ya Hewlêrê ji ber nebûna avê ya li taxê nerazîbûn nîşan da. Xelkê rêya sereke ya çûna navçeya Mexmûrê li trafîkê girt û agir li ser cadeyê pêxist.

Xelkê diyar kir ku her sal bi hatina havînê re pirsgirêkên avê li taxa wan peyda dibe. Di nava hefteyê de çar ta pênc rojan av ji bo taxa wan nayê berdan, ji ber wê, ew bi tankeran avê dikirin.

Şêniyên taxê daxwaz ji aliyên peywendîdar dikin da ku pirsgirêkên wan ên avê çareser bikin.

ROJNEWS/HEWLÊR