Li ‘herêmên ewle’ serçete hat girtin

Pêncşem 16 Hezîran 2022 - 22:30

  • Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê doh ragihand ku wan 16´ê hezîranê (doh) rêveberekî payebilind ê DAIŞ´ê girtiye. 

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê doh ragihand ku wan 16´ê hezîranê (doh) rêveberekî payebilind ê DAIŞ´ê girtiye. 

Koalîsyona Navneteweyî di daxuyaniya xwe de got, li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê wan operasyonek kiriye û lîderekî DAIŞ’ê yê payebilind girtiye. Koalîsyonê got, ev kes di nav rêxistinê de pisporekî çêkirina bombeyan e, li Sûriyeyê yek ji rêveber û serokekî payebilind ê komê ye û vê dawiyê di nava rêxistinê de payeya wî bilindtir bûye.

Lê Koalîsyonê neda zanîn ka operasyon li ku hatiye kirin. Em ji çavkaniyên deverê hîn bûn ku operasyon li Cerablûsê li deverên dewleta Tirk ew dagir kirine, pêk hatiye. Hêzên koalîsyonê bi helîkopteran bi ser malekê de girtiye, ev serçete ji malê derxistine û birine. Ti kesê din ê li malê nehatiye girtin. 

Koalîsyonê jî û çavkaniyên deverê jî nasnemaya vî serçeteyê DAIŞ’ê eşkere nekirin.

Bi vê operasyonê careke din derkete holê ku deverên dewleta Tirk dagir kirine, ji bo çete ûş serçeteyên DAIŞ´ê veguherîne herêmên ewle.

HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.