Li Herêma Kurdistanê çend pirtûkxane hene?

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 14 Kanûn 2023 - 00:15

Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmaniyê di navbera 27´ê Mijdarê û 6´ê Kanûnê de 10 rojan dewam kir. Li gorî agahiyên organîzatoran dayî, di van deh rojan de 500 hezar kes çûye serdana pêşangehê. Ev jî rekoreke berê nedîtî ye. Lê divê mirov ji bîr neke ku gelek rexne li organîzatoran hatibûn girtin ji ber ku organîzatoran  weşanxaneyên dînî li pêş girtibûn.

Piştî pêşangehê, Cihgirê Rêveberê Giştî yê Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmaniyê, Şewqî Emer got, qederê 500 hezar kesî çûne serdana pêşangehê û nîvê wan ji Silêmaniyê bûye û nîvê din jî ji navçe û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê bûne. 

Lê gelek rewşenbîr û nivîskaran eşkere rexne li organîzatoran girtibûn, ji ber ku wan di pêşangehê de weşanxaneyên dînî yên Îslamî li pêş girtibûn. Wan ji organîzatoran xwestibû ku pêşnagehê li hizr û nirxên modern jî vekin.

Armanca pêşangehê ya eşkerekirî ew e ku çanda xwendinê zêde bike. Lê gava em berê xwe didinê, em dibînin ku li temamê deverên ser bi rêveberiya Hewlêrê, tenê 92  pirtûkxaneyan hene û li van pirtûkxaneyan di ser hev de 859 hezar kitêb hene. Li gorî parêzgeh û rêveberiyan rewşa pirtûkxaneyan wiha ye:

Hewlêr: 30 kitêbxane, 277 hezar kitêb.

Silêmanî: 26 kitêbxane, 351 hezar kitêb.

Dihok: 8 kitêbxane, 74 hezar kitêb.

Helebce: 6 kitêbxane, 33 hezar kitêb.

Raperîn: 12 kitêbxane, 40 hezar kitêb.

Germiyan: 10 kitêbxane, 84 hezar kitêb.

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.