• Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî, di çarçoveya 15’e Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Qada Bajêr a navçeya Peyasê ya Amedê  "Platforma Ziman" danî.

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî, di çarçoveya 15’e Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Qada Bajêr a navçeya Peyasê ya Amedê  "Platforma Ziman" danî. Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Çand û Hûner a Dîcleyê, Ma Music, Komeleya Wêjevanên Kurd, Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK),Sendîqeya Kedkarên Perwerde û Zanistê (EGÎTÎM-SEN) û Parlamenterê HDP yê Amedê Îmam Taşçier tevli bernameyê bûn.

Di platformê de ji bo axaftina bi Kurdî gazî li gelê Kurd hat kirin û bername bi strana "Zimanê Kurdî" û çepikan dest pê kir. 

Destpêkê Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî got, bi salan e zimanê Kurdî ji mafê pêrwerdehiye bê par tê hiştin: “Derfeta perwerdehiya zimanê dayikê ji bo zimanê Kurdî nehatiye dayin, ji ber we jî zimanê Tirki li ser bi milyonan zarokên Kurd hatiye ferzkirin. Ji bo ku em vî mafê bingehîn bi dest bixin, em van çalakiyan li dar dixin.”

Piştre berdevke Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizirî, Hevserokê DBP'ê yê Rezan a Amedê Hayrettîn Altûn, Nûnere KESK'ê yê Şaxa Amedê Firat Çelik û mamosteyê MED-DER'ê Nesîp Gultekîn jî axivîn û ku ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bang kirin. Endama Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Tunç jî helbest xwendin.

Dewlet ziman qir dike

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Tasçier jî bal bire ser zextên li ser zimanê Kurdî û got: “Dema em di meclîsê de bi Kurdî diaxivin, mîkrofona me digrin û dibêjin bi zimanê 'X' axiviyê. 'X' tê we maneyê ku ew ziman miriye. Dewlet polîtikayên bişaftine li ser zimanê kurdî dimeşîne. Heke statuya zimanêkî tine be, ew ziman ji mafê perwerdehiyê jî bêpar tê hiştin. Ji ber wê jî em bang li gelê xwe dikin û dibêjin xwedî li zimanê xwe derkevin.”

Piştî axaftinan mamosteyê zimanê kurdî Mazhar Aktaş bi awayekî temsîlî dersa zimanê Kurdî da. 

Bernameyên Cejna Zimanê Kurdî heta 16’ê Gulanê dewam dikin.

MA/AMED