Li hepsa Patnosê zilm û êşkence

În 14 Nîsan 2023 - 00:50

  • Baroya Agiriyê têkildarî binpêkirina mafên mirovan li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê raporek amade kir. Di raporê de hate ragihandin ku êşkence li girtiyan tê kirin û gardiyanan gotine, "Em ê xeyalên nîvcomayî yên Esat Oktay pêk bînin." 

Komîsyona Pêşîlêgirtina Îşkence û Girtîgehan a Baroya Agiriyê têkildarî binpêkirinên mafan a 3 mehî yên li Girtîgeha Panosa Agiriyê ya Tîpa L’yê diqewimin eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku li ser daxwaza malbatan û girtiyan hatiye amadekirin û rapor ji agahî û belgeyên girtî, xizm û malbatên girtiyan û name û faksên girtiyan pêk tê.

Di raporê de hat diyarkirin ku di hevdîtinên li girtîgehê de li revîra girtîgehê bijîşk nîne, girtiyên nexweş ên rewşa wan xedar sewqî nexweşxaneyan nakin, dema girtiyan sewqî nexweşxaneyê dikin jî lêferzkirina lêgerîna nava dev li girtiyan dikin. Di raporê de hat destnîşankirin ku girtiyên van sepanan qebûl nakin birina wan a nexweşxaneyê, cezayê disiplînê didin wan û lêerîna nava dev her tim pêk tê û lêgerîn bi destê tazî tê kirin û ev yek jî xesarê dide diranên girtiyan û lêgerîna nava dev veguheriye îşkenceyê. Di raporê de hat gotin ji ber lêgerîna nava dev diranên gelek girtiyan kurmî bûye.

 

Heqaret li girtiyan dikin

Di raporê de hat diyarkirin ku karmend ango gardiyan û îdareya girtîgehê ji ber nêzîkatiyên provokatîf rê li ber binpêkirinên mafan vedike û dema gardiyan bi ser odeyan de digirin gotinan ji girtiyan re dibêjin, heqaret li wan dikin û gardiyan bi kêran nevresîman dibire.

Di raporê de yek ji binpêkirina balê dikişîne jî ev e: “Gardiyan gefan li girtiyan dixwin û ji wan re dibêjin, ‘Em ê xeyalên nîvcomayî yên Esat Oktay pêk bînin’. Karmend bi hişk û tund nêzî girtiyan dibin. Gardiyan tedawiya girtiyan asteng dikin. Nahêlin ku li revîrê doktor li girtiyan binêre. Dema girtiyên ji qawîşên cuda hev dibînin û silavê didin hev bi cezayên hucreyê re rûbirû dimînin. Gardiyan bi darê zorê dikin ku hin girtî riyê xwe jê biqûsînin.”

 

Zilma bi rêya tecrîdê

Di raporê de hat diyarkirin ku girtî ji ber sepanên dijî mafên mirovan di 24’ê çile de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine lê ji ber erdhejên çêbûne çalakiya xwe di 8’ê sibatê de bi dawî kirine û sepanên kêfî di demên dawî de bi sirgûnkirina 20 girtiyan berdewam kiriye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku girtiyên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn tên tecrîdkirin û wiha dewam kir: “Pêşî li ber civakîbûna kesên cezayê muebbeta giran û hikûmxwaran tê girtin û dikarin rojê tenê saetekê bi tena serê xwe biçin hewadariyê. Di heman demê de destûr nayê dayîn ku ev kes tev li çalakiyên civakî bibin. Girtiyê bi navê A.E. ku 25 salan zêdetire hikûmxwar e, ev 5 sal in di qawîşa 2 kesan de dimîne. Her wiha destûr nayê dayîn ku bi girtiyên din re hevdîtinê bike û tê tecrîdkirin.”

Her wiha hat destnîşankirin ku rêveberiya girtîgehê nahêle girtî ji 5 kesan zêdetir kesekî re hevdîtinan bikin, dema hevdîtina bi malbatê re ku 90 deqe bûn daxistine 45 deqeyan û mafê hevdîtina bidîmen ê girtiyên siyasî jî tê binpêkirin.

 

Binpêkirin

 Di berdewama raporê de binpêkirinên li Girtîgeha Panosê wiha hatin rêzkirin: 

“- Lêpirsînên disiplînê yên keyfî tên kirin.

- Fatûreyên zêde yên ceyranê tên birîn.

- Xwarinên girtîgehê bi qasî ku neyên xwarin xerab in.

- Li girtîgehê pirsgirêka avê heye, li qawîşên 25 kes tê de dimînin tenê 4 kabînên serşûştinê hene, ji bo serşûştina girtiyan du rojan carekê tenê saetekê ava germ tê dayîn, nîviya girtiyên li qawîşê hêj serê xwe neşûştin ava germ tê birîn, di roja ewil de di sepana ava hazir de her roj av didan girtiyan lê di hefteyên dawî de tenê du rojan carekê tê dayîn, mixdara ava ku du rojan carekê tê dayîn jî derdora 2-3 lîtreyan e, ava ji bo serşûştinê tê dayîn jî ava şebekeyê ye û pir qirêjî ye, ji ava şebekeyê kêzik, kewz, kevir, herî û gelek tiştên din tên.

- Daxwazên ji bo sewqkirinê nayên qebûlkirin.

- Daxwaznameyên girtiyan nayên qebûlkirin.

- Di serdegirtinên qawîşan de lêgerîn tê kirin, dest danin ser xebatên nivîskî yên girtiyan û pirtûkan.

- Lêgerînên keyfî êdî bi awayekî sîstematîk tên kirin.

- Tevî ku înfaza gelek girtiyan daketiye bin salekê jî nikarin ji mafê berdana bi kontrola edlî sûd bigirin.”

 

Pêşniyazên girtiyan

Baroya Agiriyê di beşa encamê de jî ev pêşniyar kir: 

“- Divê binpêkirina mafan bi dawî bibe û rêveberî berpirsyartiyên xwe yên pozîtîf bi cih bîne

- Divê sepanên îşkenceyê bi dawî bibin û derheqê kesên îşkenceyê li girtiyan dikin de tavilê lêpirsîn were destpêkirin.

- Tecrîda li ser girtiyan divê tavilê bi dawî bibe.

- Hewceya pêşî li ber binpêkirinên li girtîgehan were girtin.

- Divê mafê lênihêrîna tibbî û jiyaneke bitendurist a girtiyan were cîbicîkirin.

- Divê êdî dest nedanin ser alavên xwendin û nivîsandinê.

- Hewceya înfaza girtiyên nexweş were taloqkirin û girtiyên nexweş ên din jî bikarin mafên xwe yên tenduristiyê bi kar bînin.” 

MA/AGIRÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.