Gerek gavên berbiçav bên avêtin

Çarşem 29 Cotmeh 2025 - 03:40

Pisporên siyasetê yên ku biryara derketina hêzên gerîla ya ji Tirkiyeyê nirxandin wiha gotin:"Divê ji bo kadroyên siyaseta Kurd a demokratîk ên ku neçar man biçin derve, li Tirkiyê şert û mercên siyaseta azad bêne çêkirin û hemû dozên li dijî kadroyên PKK’ê bi beraetê bi encam bibin."

Piştî ku Tevgera Azadiya Kurd bi erêkirina Rêber Apo re biryara hêzên gerîla kişandina dervayî sînorên Tirkiyeyê da derbasî qonaxa duyemîn a pêvajoya “Aşitî û Civaka Demokratîk” bûn. Vê gava dîrokî ku armanc dike bingeha siyasî û hiqûqî ya pêvajoyê ava bike, pisporê Siyaseta Navnetewî Toros Korkmaz û Siyasetnas Mehmet Zahir Saritaş nirxandin.

Toros Korkmaz, bal kişand ku biryara dîrokî ya Tevgera Kurd dewletê neçarî gavên şênber dike û gavên ku divê di demeke kurt de bêne avêtin rêz kir û got ku divê bi îstifadekirina ji ‘mafê hêviyê’ yê ku Rêber Apo jixwe bi dest xistiye, azadiya wî ya teqez bê pêkanîn.

Toros Korkmaz got ku divê hemû girtiyên PKK’ê û siyasetmedarên Kurd ên hîn di girtîgehê de ne, bi taybetî Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdag, bêne berdan. Her wiha divê ji bo kadroyên siyaseta Kurd a demokratîk ên ku neçar man biçin derve, li Tirkiyê şert û mercên siyaseta azad bêne çêkirin û hemû dozên li dijî kadroyên PKK’ê bi beraetê bi encam bibin. Ji bo bidawîbûna sepandinên qeyûm ên neheq jî, guhertina qanûna rêveberiyên xwecihî ji bo pêşveçûna pêvajoyê girîng e.

Siyasetmedar Mehmet Zahir Saritaş jî anî ziman ku bi daxuyaniya 26’ê Cotmehê biryara vekişîna hemû hêzên gerîla yên li Tirkiyê bo Herêmên Parastina Medyayê wekî gavê derbasbûna qonaxeke nû ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û piştgiriya plana stratejîk a Rêber Apo armanc dike.

Mehmet Zahir Saritaş got ku daxuyaniya Serokê MHP’ê Devlet Bahçeli ya “Ocalan bila PKK’ê fesih bike, were Meclisê li koma DEM Partiyê biaxive û ji mafê hêviyê îstifade bike” nirxand û got ku ev nîyetekê îfade dike. Li hember vê jî hewldanên Rêber Apo yên pirsgirêka Kurd ji zemîna şîdetê derxistina zemîna siyaseta demokratîk bi bîr xist û got ku di ronahiya van pêşveçûnan de biryarên PKK’ê yên fesihkirina xwe û bidawîkirina têkoşîna çekdarî gavên dîrokî yên girîng in.

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.