Qanûnên azadî û entegrasyonê divê
Çarşem 29 Cotmeh 2025 - 04:00

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, da zanîn ku pirsgirêk tenê li ser daxwaza Tirkiyeyê ku Tevgera Kurd çekan dane çareser nabe û got, “Divê dewlet demildest qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk derxîne.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, diyar kir ku daxuyaniya ku di 26'ê Cotmehê de di pêşengiya Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok de hate dayîn nîşaneya herî şênber a 'biryardariya aştî û civaka demokratîk' a Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Cemîl Bayik, da zanîn ku ev pêngav armanca wê pêvajoya bidawîanîna têkoşîna çekdarî û vekişînê lezkirine û got, "Em li gorî perspektîfên Rêber Apo tevgeriyan. Ji bo ku pêvajoya aştiyê nexitime û rê li provokasyonan bê girtin, me berpirsyarî girt.”
Cemîl Bayik, destnîşan kir ku ji ber hikûmet heta niha ti pêngaveke siyasî an jî hiqûqî neavêtiye “Bendewariyên ji bo demokratîkbûnê lewaz bûne.”
Cemîl Bayik, da xuyakirin ku pêvajoya ku di 27’ê Sibatê de bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' dest pê kir derbasî qonaxa xwe ya duyemîn bûye û diyar kir ku divê dewlet bêyî ku dereng bimîne demildest 'qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê' derxîne. Cemîl Bayik got, “PKK’ê xwe fesix kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî: Berpirsyariya ku dikeve ser milê me me bi cih anî. Niha dora dewletê ye ku gav bavêje. Divê mafê hêviyê yê Rêber Apo bê naskirin û bingeha siyaseta demokratîk bi qanûnî bê parastin.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik, bibîr xist ku di hevdîtinên sînordar ên li İmrali'yê de Rêber Apo jî diyar kir ku divê pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe. Cemîl Bayik got, "Rêber Apo bi zelalî diyar kir ku divê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bikeve qonaxeke nû û derengxistin wê, dê encamên neyînî li ser gelên me çêbikin. Bi taybetî piştî fesixkirina PKK’ê û bidawîbûna têkoşîna çekdarî, derxistina qanûnan êdî bûye pêwîstiyeke dîrokî," Cemîl Bayik rewşa heyî weke, “Pêngaveke aştiyê bi berpirsyarî hatiye girtin lê yekalî maye” pênase kir.
Rêber Apo ji ber berpirsiyariya xwe ya li hember Kurd, Tirk, Çerkez, Ereb, Elewî, Sunnî, Xiristiyan û hemû gelên Tirkiyeyê ev bang kir. Vê bang wekî gaveke ku wê bi Kurd û Tirkan re hemû gelên Tirkiyeyê mezin qezenc bikin, dibîne. Rêbertî armanc dike ku ji vê rewşa şer û pevçûna ku bandorek neyînî li ser pêşketinên demokratîk ne tenê li Tirkiyeyê, di heman demê de li Rojhilata Navîn jî dike, derbas bibe û hawîrdoreke siyasî ku siyaseta demokratîk û hiqûq lê serwer be, biafirîne. Di hawîrdorek wisa de, derfeta ku wê pirsgirêk li ser bingeheke rast werin destgirtin û çareserkirin derkeve holê.
Destûra bingehîn û qanûnên Tirkiyeyê bi tevahî înkarker bûn, armanca wan asîmîlekirina Kurdan û bi rêya qirkirina çandî Tirkîkirina wan bû. Ev "qanûna hesinî" ya Komara Tirkiyeyê bû. Li ser navê Kurdîtiyê siyaseta reformîst lîberal jî nedihate kirin. Siyaseta Kurd a li ser hevkariyê jî qebûl nedikirin. PKK di nav vê rastiya Tirkiyeyê de derket holê. Pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê ji ber hawîrdora siyasî ya ku ji hêla darbeya faşîst a 12’ê Îlonê ve hatî afirandin de pêk hat. Faşîzma 12’ê Îlona 1980’ê û destûra bingehîn a ku wê derxist, serdemeke hîn hişktir a înkar û tunekirinê li ser Kurdan da destpêkirin.
Ev pêvajo ne pêvajoyek e ku bi şert û mercan an jî bi ferzkirinê bê meşandin. Jixwe pêvajo bi vî rengî dest pê nekir. Tirkiye ji ber sedemên siyasî yên navxweyî û derveyî pêvajoyek wisa pêwîst dît. Rêber Apo got, ez xwedî wê hêzê me ku dikarim pirsgirêka Kurd bînim zemîna siyasî û hiqûqî û însiyatîf girt ser xwe. Ji ber vê yekê Sirri Sureyya Onder ji bo tiştên di bangê de bûn bicihanîn behsa aliyên hiqûqî û siyasî kir û ev bi awayekî xwezayî ji bo meşandina pêvajoyê bû. Dewletê jî ev qebûl kiriye. Ji ber vê yekê, Rêber Apo, jî, em jî, gelê me jî, dostên me jî, hêzên demokrasiyê jî li bendê ne ku ji bo siyaseta demokratîk bi awayekî azad were kirin û avakirina aştî û civaka demokratîk divê gav bên avêtin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN













