Divê dewlet gavên leztir biavêje

Çarşem 29 Cotmeh 2025 - 03:50

Aktîvîst û sîyasetmedara Tevgera Jinên Azad (TJA), Sabahat Tuncel di derbarê pêvajoya ku di meha Cotmeha sala borî de dest pê kir û bi banga 27’ê Sibatê re berfirehtir bû de nirxandinan kir. Tuncel diyar kir ku daxuyaniyên dawî ji bo Tirkiyeyê nîşana destpêka demeke nû ne û destnîşan kir ku divê dewlet berpirsiyariyên xwe yên di derbarê pêvajoya aştiyê de zûtir pêk bîne. Sabahat Tuncel got ku Tevgera Azadiya Kurd îradeya xwe ya ji bo bidawîkirina şerê çekdarî û derbasbûna sîyaseta demokratîk nîşan daye û êdî top di destê dewletê de ye. Sebahat Tuncel, meşa ku di navbera 1-7’ê Cotmehê de ber bi Enqereyê hate kirin bi bîr xist û got:"Ev meş hem ji bo azadiya Rêber Apo hem jî ji bo aşitî bi awayek hiqûqî misogerkirinê hatibû kirin. Ev meş, nîşan da ku aşitî ne tenê daxwazek e, di heman demê de bangekê ku nîşan dida aşitî mafek e. Me weke TJA dosyayên xwe pêşkêşî partiyên ku di meclîsê de komê wan hene kirin û ji bilî MHP’ê, me bi partiyên din re hevdîtin kirin. Em dibînin ku demeke nû dest pê kiriye." Tuncel, daxuyaniya dawî weke gaveke dîrokî nirxand û ji bo pêşveçûna pêvajoyê wiha axivî:"Tevgera Azadiya Kurd berpirsiyariyeke nû girt ser xwe û ji bo pêşvebirina aşitiyê li Tirkiyeyê îradeyeke girîng nîşan da. Wekî ku berê di 'merasîma şewitandina çekan' de hate gotin, êdî şerê çekdarî yê li dijî Tirkiyeyê bi dawî bûye. Niha divê zemîna qanûnî û sîyasî ya ji bo sîyaseta demokratîk were amadekirin."

Qanûna dema veguherînê mifte ye

Tuncel, pêşniyara "qanûna demê ya veguherînê" weke gaveke girîng ji bo şênberbûna aşitiyê nirxand û got:"Divê ji bo rêxistineke ku xwe fesih dike qanûnên pêwîst werin çêkirin da ku ew bikaribe beşdarî sîyaseta demokratîk bibe. Ev gav çiqas zûtir werin avêtin, Tirkiye ewqas zêdetir qezenc bike. Dirêjbûna pêvajoyê derfet dide provokasyonên dijberên aşitiyê."

Sebahat Tuncel diyar kir ku aşitî tenê bi aktorên sîyasî ne, bi beşdarbûna hemû beşên civakê dikare pêk were û got:"Ji sala 2015’an û vir ve, zimanê nefretê, polîtîkayên nîjadperest û zayendperest di navbera civakan de dîwaran çêkirin. Divê ev dîwar werin rakirin û di navbera gelan de pirên aşitiyê ji nû ve werin avakirin. Ji bo vê yekê, berpirsyarî dikeve ser milên rêxistinên civaka sivîl, jin, ciwan û hemû kesên ku alîgirê demokrasî û azadiyê ne."

Divê em zorê li desthilatdariyê bikin

Sabahat Tuncel diyar kir ku Tevgera Sîyasî ya Kurd di mesela aşitiyê de bibiryar e, lê ev pêvajo nikare yekalî bimeşe û got:"Ji ber ku desthilat gav neavêje em nikarin bisekînin. Erka me ew e ku em civakê li dora aşitiyê rêxistin bikin û desthilatê neçar bikin ku di vê meselê de gavan biavêje. Berpirsiyariyên pêşvebirina pêvajoya ku Birêz Ocalan da dastpêkirin û bi aşitiyê bi encam bibe hene. Yanî di vê meselê de 7 roj 24 saetan xebat hewce ye. Em ne li bende nemînin, divê em sîyaseteke ku civakê li dora aşitiyê rêxistin bike û desthilatê neçarî gavavêtinê bike, bimeşînin. Divê desthilat bi kiryarên şênber ên ku baweriyê bidin civakê ve bimeşe. Vegera kesên di sirgûnê de, azadkirina sîyasetmedarên di girtîgehan de, vekirina riya sîyaseta demokratîk dê vê pêvajoyê xurt bike."

Sebahat Tuncel, vê deme ji bo gelên Tirkiyê û Kurdistanê weke fersendeke dîrokî nirxand û got:"Ev pêvajoyeke veguherînê ye. Divê komîsyona meclîsê di vê meselê de helwesteke biryardartir nîşan bide û AKP jî gavên şênber ên ku baweriyê bidin civakê zûtir biavêje. Aşitî ne tenê pêşeroja ya gelê Kurd e, pêşeroja hevpar a hemû gelên Tirkiyeyê ye. Di civakê de daxwaza aşitiyê pir xurt e. Erka me ew e ku em vê daxwazê mezintir bikin, bi hêvî û cesaret aşitiyê ava bikin."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.