Bi siyasetmedarên girtî re 'pêvajo' nirxandin

În 24 Cotmeh 2025 - 03:10

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê serdana girtîgehên Edîrne û Kandirayê kirin û bi siyasetmedarên girtî Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Selçûk Mizrakli û Semra Guzel re hevdîtin kirin.

Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar têkildarî serdana li girtîgehan daxuyanî dan û gotin, "Me serdana hevalên xwe Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Selçûk Mizrakli û Semra Guzel li girtîgehên Edîrne û Kandirayê kirin. Moralê hemûyan bilind bû, rewşa wan a tenduristiyê baş bû."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di hevdîtinan de bi esasî agahî li ser pêvajoya aştiyê hatin parvekirin û nêrînên wan hate wergirtin. Selahattîn Demîrtaş ê dilovan piştî ku piştgiriya xwe ya xurt a ji bo pêvajoyê diyar kir, anî ziman ku ji bo serketina pêvajoyê, ji bo avakirina aştî û demokrasiyê ew amade ye bi her cûreyî tevkariyê bike.

Fîgen Yuksekdag a dilovan jî destnîşan kir ku ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk ew bi hêvî ye û di vê rêyê de wê piştgirî û tevkariya xwe bi xurtî dewam bike.

Ji aliyê hiqûqî ve misoger e ku hevalên me bêsûc in, lewma ragirtina wan li girtîgehê bi ti hincetê nikare bê vegotin, bi ti awayî nikare bê qebûlkirin. Em li bendê ne û dixwazin ku ev bêedaletiya vekirî tavilê ji holê bê rakirin û hevalên me di nava şert û mercên azad de beşdarî meşa aştî û demokrasiyê bibin.

Di hevdîtinan de ku gelekî çêker bûn, hevalên me silav û hezkirinên xwe yên ji dil ji her kesên dilxwazê aştî, demokrasî û azadiyê re şandin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.