•  Zîlan Vejîn: ’’Armanca me ew e ku weke hêzên Kurdî qet nebe em li hemberî dijmin yekgirtî bin. Lê mixabin ji ber helwêstên hizbgiriyê û şexsî, heta niha em negihiştine encama bi dilê xwe. Ev hinekî girêdayî pêgeha wan hizban a li Başûr e jî.’’ 

LUQMAN GULDIVÊ

Dewleta Tirk ne tenê Rojava û Başûrê Kurdistanê dike armanca êrişên xwe yên dagirkeriyê. Êrişên wê yên li dijî Rojhilatê Kurdistanê jî bi lihevkirina bi rejîma Îranê re pêk tên. Li ser vê mijarê û li ser rewşa têkoşîna Kurdan û ya jinan em bi hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn re peyivîn. Wê li ser yekrêznebûna aliyên Kurd nerehetiya xwe îfade kir û got, “Armanca me ew e ku weke hêzên Kurdî qet nebe em li hemberî dijmin yekgirtî bin. Lê mixabin ji ber helwêstên hizbgiriyê û şexsî, heta niha em negihiştine encama bi dilê xwe. Ev hinekî girêdayî pêgeha wan hizban a li Başûr e jî.” 

Weke PJAK’ê, hûn êrişên dewleta Tirk li dijî Rojhilatê Kurdistanê çawa dinirxînin? Lihevkirinek di navbera rejîma Îranê û dewleta Tirkiyê de heye gelo?

Êrişên dewleta nijadperest û dagirker ya Tikiyê li ser herêmên hêzên me lê, bi armanc û pîlaneke berfireh pêk tên. Pirr hêz li pişt wan êrişan cih digirin. Herêmên em lê, 200 kîlometroyan dûrî sînorê Tirkiyê ne. Dewleta Erdgan û Bahçelî, ne tenê hêzên Rojihilatê Kurdistanê dikin hedef, her devera ku Kurdek lê ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe, ew dike hedefa êrişên xwe yên derveyî exlaq û pîvanên şer. Em tevger û hêzek in ya ku li beramberî dewleta dagirker a Îranê şer dike û têdikoşe. Herêmên em lê, ti sînorekî xwe bi sînorên dewleta Tirk re nînin. Lê her cihê ku destketiyeke Kurdan lê heye, Erdogan êrişî wir dike. Erdogan bi yekdestdariya xwe dewlet û artêşeke faşîst ava kiriye û xeyala wî ji nû ve avakirina Împeratoriya Osmanî ye. Xeyaleke dûrî rastiyê ye. Her roj hemwext êrişî Kurdan dike. Li Rojava bê navber êriş dike. Her car dema dikeve nava tengasiyekê, êrişê kampa penaberan a Mexmurê û Şengalê dike. Jixwe Başurê Kurdistanê jî ji xwe re kiriye zemînê şerê bê navber û di vî zemînî de jî her roj bi bin dikeve. Dagirkeriyê dike. Kirinên wê yên bi van êrişan li ser hev, terora herî mezin in, dewleta Tirk, AKP û Erdogan wê pêk tînin. 

Ji ber ku em jî rêxistineke li Rojhilatê Kurdistanê ne, me xwe li ser fikr û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin kiriye û em ji bo azadiya gelê xwe û demokratîzekirina Îranê têdikoşin, ew xwe li me ranagire û êriş dike. Heger kurdekî noker weke malbata Barzanî hebe, û her roj ji bo nokertiyê li ber deriyê wan bigere, ew ê êrişî wî nekin. Di heman demê de em rêxistinek in ku li Rojhilat ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têdikoşin. Heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk neyê jî em ê di vê çarçovê de xebatên xwe nedin sekinandin. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ji roja Rêber Apo nas kiriye ve dilsoziya xwe bi helwêsta xwe diyar kiriye. Em jî berpirsyar in û vê ji xwe re weke vezîfeyekê dibînin. Esas êrişên dewleta Tirk jî ji ber vê yekê ne. 

Her dema ku her du hêz dikevin nava tengasiyan de palpiştiya hev dikin. Her du dewlet jî bi yek armancê gelê Kurd dikin amanca êrişên xwe. Xala wan a li hevkirinê jî qirkirina Kurdan e. Berê, di her çûnûhatineke navbera rayedarên her du dewletan de ciwanên Kurd dihatin bidarvekirin. Niha jî di her li hevkirinekê de êrişekê dikin. Ti cara ne Tirkiye dixwaze Îran bi hêz bibe, ne jî Îran dixwaze Tirkiye bi hêz bibe. Her du jî li ser serweriya herêmê di nav şer de ne. Tirkiye bi hêza NATO’yê û Emerîkayê dixwaze serwer bibe û gefan li Îranê bike. Di heman demê de Îran jî bi peymanên bi Çîn û Rusyayê re dixwaze Tirkiyê lawaz bike. Her du hêz, ji ber ku dîrokeke wan a dijberiyê heye û terefên wan ên herêmî û cihanî li dijî hev û cuda ne, pirr stratijiyeke wan a demdirêj ji bo lihevkirinê nîne. Tenê yek xala wan a lihevkirinê heye û ew jî qirkirina Kurdan e. 

Gelek aktîvîstên ji Rojhilat, li Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin. Rola Îranê di vir de çi ye gelo? Û bi ya we Îran çawa ewqasî bi hêsanî li Hewlêr û Silêmaniyê tevdigere?

Ev kesên ku hatin teror û qetilkirin kesên dilsozên rêxistin û doza gelê xwe bûn. Sebeb welatparêziya wan bû. Hêzên dagirker bi gefxwarinan nekarîn van kesan ji kar û xebatên şoreşê dûr bixin û wan çavtirsandî bikin. Ji bo vê jî serî li wan kiryarên ne mirovane dan.

Van kesan, ji ber zextên Îranê mafê penaberiyê ji herêmê wergirtibû û bi vî awayî li Başûrê Kurdistanê diman. Pirr kes û malbatên Kurd ji Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ji ber zextên dijmin penaberî Başurê Kurdistanê bûne û bi vê şêwazê têne terorkirin. Esas ev jî rewşa heyî ya Başûr nîşan dide.

Iraq meydana şer a di navbera terefan de ye. Roja îro li minteqeyê, li Iraq, Sûriye û Yemenê şerekî dijwar heye. Di vê navberê de Kurdistan jî welatê çarem ê ku lê şer heye û ew jî navenda şer e. Lê eger li Iraqê istîqrarek çêbe, ev ê bandora xwe li ser Rojhilta Navîn jî bike. Niha li aliyekî Emerîka, li aliyekî Îran û li hêlekê jî Tirkiye li ser serweriya Iraqê şer dikin, û dixwazin lê hakim bibin.

Lewra bêkontrolbûnek li Iraqê di warê rejîmê de heye. Lawazbûn û bihêzbûna her sê hêzan jî li vê meydanê diyar dibe ka çiqas li ser minteqeyê jî serweriya wan heye. Vê rewşê zêdetir piştî hilbijartinê bi kêbirkiya di navbera wan hêzan de xwe da derê. Ji bo vê jî pirr îradeyeke siyasî û serweriyeke hikûmeta navendî li ser Iraqê nîne. Her sê hêz jî niha hêza xwecihî ya herêmê yanî Kurdan metirsîdar dibînin û êrişî wê dikin. Her hêz li pêşiya serweriya xwe ya bi şerê dagirkeriyê jî Kurdan weke astangiya herî mezin dibîne. 

Iraq li gorî ti rewşê nikare li gorî pêwîstiya civaka xwe ne siyaset, ne ewlekarî û ne jî aboriya xwe diyar bike. Iraq li gorî welatên cîran û hêzên derve pozisyona xwe diyar dike. Ev rewş ji bo desthilata Başûrê Kurdistanê jî lê ye.

Tevgera we gelek caran eşkere got, têkoşîna we ji bo Îraneke demokratîk, nenavendî û Kurdistaneke azad e. Diyaloga we bi aliyan re çawa ye? Gelo em dikarin behsa bereyeke fereh a ji bo vê armancê bikin?

Rast e, ev armanc û projeya me ji bo Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Em bi israr in di dewamkirina vê de. Li ser esasê vê projeyê jî em bi gelek aliyan re di nava diyalogê de ne. Em bi projeya xwe bawer in. Ji ber ku projeya me ne tenê ji bo gelê Kurd e. Ji bo pirsgirêkên gelên Îranê hemûyan e. Li ser vî bingehî jî em bi gelek aliyên azadîxwaz û demokrasîxwaz re di nava pêywendî û diyalogê de ne. 

Ji bo xwegihandina bereyeke berfereh ya ji bo vê armancê, têkoşîna me wê bê navber dewam bike. Lê heger demokrasî ne esas be û nebe prensîpa bingehîn, ev bere wê pêk neyê. Ji ber ku di demokrasiyê de pirr rengbûn û cudabûn pirr in. Yan na, bi helwêsteke muhafezekar û dogmatîk a li dijî xwezaya civakî û demokrasiyê, bere wê teqez teng bimîne û nikaribe xwe bigihîne armanca xwe. 

Îro ev çend çalakiyên civakî yên demokratîk bi pêş dikevin. Civak hemû û nexasim jî jin, netewe, ayîn û bawerî, sendîka, karker, mamoste pirr beşên din di nava xwepêşandanan de ne. Bi taybetî saziyên ku dewlet xwe li ser bi rê ve dibe, aktîf di nava xwepeşandanan de ne. Ev nerazîbûnên hanê rewabûna dewletê dixin ber lêpirsînê, meşrûbûna dewletê namîne. Di heman demê de pirr eşekere dide xuyakirin ku ev bereyên ku ava bûne, grîng in, lê pêwîstî bi hin hevgirtin û hatina gelhev a girseyî wê çêbe. 

Li Rojhilat ji bo Kurdistana Azad gelo yekîtiyeke hêzên Kurdistanî heye? Di boykotkirina hilbijartina dawî de gelo yekhelwêstî nîşaneke erênî ya yekîtiya hêzên Kurdistani ye?

Bê guman em hemû jî dibêjin, ji bo azadiya gel û civaka xwe, yekrêzî pêwîst e. Wek gotin jî tenê em bêjin ji bo azadiya Rojhilat em dixwazin yekrêzî pêk bê, ev ê tenê gotin be û piratîkeke wê ya darîçav nebe. Em behsa Îraneke demokratîk û Rojhilateke xweser û azad dikin. Lê ji ber ku hin partî bi mentiq û feraseta hilweşîna sîstemê ne, ji bo vê jî pirr zêde ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Îranê lihevhatinek nîne. Ew li ser mentiqê dewletê bi israr in, em li ser projeya Netewa Demokratîk bi israr in. Ji ber ku em bi vê bawer in ku êdî dewlet neteweyan temenê xwe temam kiriye. Kurd di cihekî werê de ne ku tenê bi pergala neteweya demokratîk karibin bibin xwedî îrade.  

Di vê mijarê de bi salan e hewldana me ji bo ku hevgirtinek bi pêş bikeve pirr bi israr hebû. Jixwe yek ji armancên me yên kongreya 5’an jî ev bû, di vê çarçoveyê de em ê xebata xwe berfireh bikin û bi pêş ve bibin. Li ser vî bingehî me projeyeke ji 10 xalan pêşkêşî hêz û aliyên Kurdî kir. Her wiha bi hemû hizban re hevdîtin, diyalog û pêywendiyên me bi avayekî berfireh bi pêş ketin. Lê di encama wan hewildan û diyalogan hemûyan de hin hizb ji bo bipêşketina yekrêziyê pirr amade nebûn. Armanca me ew e ku weke hêzên Kurdî qet nebe em li hemberî dijmin yekgirtî bin. Lê mixabin ji ber helwêstên hizbgiriyê û şexsî, heta niha em negihiştine encama bi dilê xwe. Ev hinekî girêdayî pêgeha wan hizban a li Başûr e jî. 

Di hilbijartina dawî ya li Îranê de bandora helwêsta hizban hebû. Em wek PJAK û KODAR her dem li gel helwêsta gelê xwe bûne. Ji ber ku gel jî di hilbijartina serokkomariyê de pirr bi dilgermî û baweriyekê nediçû ser sindoqan, lê di hilbijartinên gund û bajaran de bi dilxwazî beşdar dibû, me jî weke rêxistin hilbijartina serokkomariyê boykot kir û beşdariya hilbijartinên gund, bajar û meclîsê jî me li ser biryara gel hişt. Me her car ji bo hilbijartinên li Îranê, nexasim yên ji bo serokkomariyê hew da ku em bi hev re bi yek peyamê boykot bikin, lê aliyê din dîsa nehatin. Em sebeba yekrênebûnê jî fêhm dikin, lê ev pêvajo ji bo wan hizan jî wendahiyeke mezin e. 

Îran siyaseta xwe ya bidarvekirinê dewam dike. Li aliyê din li seranserê Rojhilat ji ber çalakiyên civakî û siyasî xelkê dixe zindanan, siyaseta we ya parastina xelkê gelo heye?

Siyaseta me ya parastinê, xweparastin e. Îro li her derê êriş, girtin, êşkence û îdam hene. Pergala Îranê di nav krîz û aloziyên dijwar yên siyasî, aborî û civakî de ye. Parçebûneke pirr cidî di nav hikûmeta piştî hilbijartinan de heye. Berê, hêzên reformxwaz û muhafezekar li ser hukim bûn, lê niha tenê hikûmet di destê muhafezekaran de ye. Li hêlekê, yek dest bûye, li hêla din jî esas di her hêlê de parçe dibe. Her ku dem derbas dibe, mesafeya di navbera dewlet û civakê de zêde dibe. Civak her çalakiyên xwe yên medenî û demokratîk bi pêş ve dibe. Ev jî parastina herî bingehîn e. Civakek çiqas bibe xwedî îradeya xwe ya xwebirêvebirinê, ewçend dikare were parastin jî. Ji bo me, parastin ew e ku em karibin civakê bikin xwedî îrade û bikin ku bibe xwedî birêxistiniyeke berfereh. Parastin tenê bûyereke bi serê xwe nîne, ji bo vê jî çiqas civak bigihîje mafê xwe yê rewa, sîstema heyî demokratîk bibe, di çarçoveya siyaseta demokratîk de xwe birêxistin bike, xwedî aboriyeke têrker be, sîstema wê ya perwerdê li ser çand, dîrok û bi zimanê dayikê be û di nava hevgirtineke bi netewe, ayîn û baweriyên cuda re jî ewçend wê bê parastin. 

Hûn weke PJAK’ê, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê û bi giştî li Îranê rewşa jinan çawa dinirxînin û ji bo xweparastina jinan gelo hewildaneke we heye?

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jin li hemberî sîstem û hişmendiya heye pirr bi xurtî têdikoşin. Çend zehmetî hebin jî dema têkoşîn û berxwadan hebe, her dem hêviya ji bo biserxistinê bi mirovan re zindî ye. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî ji ber ku tekoşîneke berfireh ya jinan li pêş e, hêviya herî mezin jî di bereya jinan de heye. Di her warê xebat û jiyanê de reng û dengê xwe hem beşdar dikin û hem jî pêşengiyê dikin. Di warê fermî yê siyasî de hişmendî û qanûna zayendperest destûrê nade ku jin beşdarî siyasetê bibe. Yanî meydana siyasî bi her awayî di destê mêran de ye. Lê belê jin bi têkoşîn, çalakî û xebata xwe di warê siyaseta demokratîk de li her pêş in û çalak in. Di pêşengiya Zeyneb Celaliyan, Golrûx Îrayi, Atêna Daimî, Sêpîde Qolyan, pirr jinên ji neteweyên din, Behayî û wekî din di girtîgehên dijmin de bi sekn û helwêsta xwe îradeya jina bi hêz îfade kirin. Wan nîşan da ku ti êşkence û ti cezayê giran wê wan ji lêgerîna wan ji bo azadiyê dûr nexe. 

Sîstemên dewletan ji hêz û îradeya jinê pirr ditirsin. Tirsa wan ji destdana post û meqamên wan in. Jixwe, zêhniyeta mêrsalar a dewletî bi ti şêwazî amade nîne ku iqtîdarê parve bike. Dema li hember vê berxwdanê dibîne, bi rêbazên xwe yên zextê dixwaze wan bêdeng bike. Lê îro hêza ku sîstema ‘vîlayetê feqî’ [sîstema rejîmê ya destûrê ji desthilata mutleq a dînî ya li Qûmê werdigire; têbîniya edîtoriyê] xistiye nav tirs û dilaravkê, hêz, çalakî, berxwadan û hevgirtina jinan e. Nexasim piştî hatina ser kar a Îbrahîm Reîsî di meclîsê de rojevên ku li ser jinê bi pêş ketin û biryarên ku dan, vê rastiyê piştrast dikin. Jinên Îranê xwedî wê hêzê bûn ku pêşengiyê ji hilweşîna rejîma Şah re bikin. Lê mixabin eqliyeta mêrsalar çawa li Efxanistanê jinan bi çendîn têkoşîn û berdêlan xwestin xwe bigihînin mafê xwe, lê piştî ku Talîban hat ,çi hat serê jinên Efxanistanê, niha herçî jinên Îranê ne, piştî hatina rejîma niha heman tişt hat serê jinên Îranê. Lê di roja îro de tecrûbeya ji wê demê û tekoşîna jinên Kurd û jinên cîhanê weke nimune û destketiyekê dibînin û bi îradeya xwe bi rola pêşeng di her warê xebat û têkoşînê de cih girtine.