Li hember bişaftinê li her derê Kurdî

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 13 Îlon 2024 - 00:58

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Ariyê (ARÎ-DER) ku li Êlihê xebatan dike, têkildarî heyama perwerdehî û hîndekariyê ya nû li kolana Gulistanê li ber Bîrdariya Mirovahiyê daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû, Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, Tevgera Jinên Azad (TJA9, Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên bajêr ên DBP û DEM Partiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hat vekirin.

ARÎ-DER'ê destnîşan kir ku heyama perwerdehî û hîndekariyê ya nû bi awayekî ji zimanê dayikê bêpar dest pê kiriye û banga her derê bikin Kurdî kir.  

Rêvebera ARÎ-DER'ê Leyla Kaymazê metna daxuyaniyê xwend. Kaymazê diyar kir ku heyama perwerdehî û hîndekariyê ya nû bi awayekî ji zimanê dayikê bêpar dest pê kiriye û got: "Bi milyonan zarokên Kurdan bi awayekî ji zimanê xwe yê dayikê bêpar dest bi perwerdehiyê kirin. Komara Tirkiyeyê ji roja hatiye avakirin heya niha li ser esasê tunekirina Kurdan polîtîkaya xwe dimeşîne. Perwerdehî jî li ser vî esasî tê dayin." 

Bangewazî 

Kaymazê da zanîn ku daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê daxwazeke mirovî ye û got ku ew ê li dijî polîtîkayên asîmleker doza zadiya zimên bikin.  Kaymazê banga her derî bikin Kurdî kir û got: "Divê gelê Kurd zimanê xwe biparêze û ji bo pêşxistina ziman têkoşînê bilind bike."  

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.