• Derdora 99 tabloyên ku 50 zarokên şehîdan ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye xêz kirine hatine pêşendan.

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Helebê ji bo xurtkirina behreyên zarokan pêşengeha wêneyên zarokan vekir.

Pêşengeh li baxçeya Kulîlkên Şehîdan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate vekirin. Derdora 99 tabloyên ku 50 zarokên şehîdan ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye xêz kirine hatine pêşendan.

Di vekirina pêşengehê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Rûşîn Musa axivî û piştrast kir ku divê paşeroja zarokan were dabînkirin.  Paşê zarokên şehîdan, deriyê pêşengehê vekir.

Zarokan di tabloyên xwe de mijarên mîna pêwîstiya xwendin, parastina tenduristiyê, alên Yekîneyên Paratina Gel (YPG-YPJ) û Meclisa Malbatên şehîdan xêz kirine.

Di dawiya pêşengehê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan diyarî li zarokên şehîdan belav kirin.

ANHA/HELEB