Li Helebce demsala Xoxan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 27 Gulan 2024 - 00:46

Gundê Kulkin Simaîl Xesrew dikeve sînorê bajarokê Xurmal ya ser bi Helebceyê. Ev gund bi çandiniya xwe binav û deng e. Li bax û baxçeyên gund gelek cûrên fêkiyan hene. Xox yek ji berhemên cotkarên gund e û gelek baş çêdibe. Ji niha heya destpêka peyîzê, gund dibe çavkaniya bazaran a xox, hinar, hêjîr, tirî, bacan, bamye û gelek berhemên din ên xwemalî.

Cotkarên gund dibêjin, li gundê wan salê du caran xox çêdibin û hinardeyî bazarên Herêma Kurdistanê dikin. Her sal nêzî 30 ton xox ji wan bax û baxçeyan derdikeve, her sal ev rêje hîn zêdetir dibe. Cotyarê bi navê Niwêkar Mehdî got:“Li gund 7 sal in xelkê berê xwe daye xox çandinê, xwedî dahatek başe û di bazarê de zû tê firotin. Ev xox jî hemû xwezayî û bi tam in, ji berhemên derve gelek cûdaye û xwedî tamek xweşin.”

Wirya Elî jî da zanîn ku ew 5 salin bi berhemên xox ve mijûle û got:“Salane li gundê me 30 ton xox derdikevin û hinardeyî bazara Silêmanî û derdorê dikin. Hikumet ti alîkariyê nade me, hemû mesref ji berîka me derdikevin.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.