
ENVER ENLÎ / HEIDELBERG
Heîdelberg îsal care yekem ji bo Rojên Filmên Kurd re malovaniyê dike. Naveroka vê çalakiyê ku di navbera 12-14’ê Kanûnê de bê kirin, wê ‘Rojava û berxwedana jinên Kurd’ be. Dahatên ku ji Rojên Filmên Kurd a bi piştgiriya Navenda Çand a Mezopotamya û Karlstorkîno tê organîzekirin, wê ji bo ‘Projeya Sînemaya Nû ya Amûdê’ were bikaranîn.
* Di roja destpêkê ya Festîvalê de, Filma bi navê ’The Virgin and Child’ ku derhêneriya wê Binevşa Bêrîvan dike û mijara wê rûbirûbûna travmayên jina ciwan a Êzidî Avesta ku ji aliyê DAIŞ’ê jiyan dike û lêgerîna wê ya edaletê, were nîşandan.
* Di 13’ê Kanûnê de belgefilma derhêner Alexis Daloumîs a bi navê ‘Belkî Sibê’ ku şer, berxwedan û veguherîna civakî ya li Rojava bidest digre, wê were nîşandan. Piştre wê bi derhêner re axaftin were kirin. Heman rojê wê filma bi navê ‘Vartînîs’ ku Mehmet Omer Bîçer li ser tiştên malbata Ogut jiyan kiriye, têkoşîna hafiza, wendahî û edaletê disekine, were nîşandan. Hunermend Mîkaîl Aslan jî wê stranên xwe bibêje.
* Roja dawî jî filma ‘Nachbarn’ a derhêner Mano Xelîl ku li gundekî biçûk a li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê çêbûye û zextên civakî bi zimanekî mîzahî tîne ziman wê were nîşandan. Herwiha filma ’Suwariyên Şengalê’ ya derhêner Dêrsim Zêrevan ku têkoşîna komeke gerîla ya bi pêşengiya jinan a li dijî DAIŞ’ê vedibêje, wê were nîşandan. 14’ê Kanûnê jî paneleke ku Ciwana Akbulut weke qiseker beşdar dibe û tê de êrişên nijadperest ên li dijî Kurdan li Elmanyayê tê jiyan kirin, wê were bidestgirtin. Ev çalakiyên ku li Karlstorkînoyê wê pêk bên, zêdetir bê beramber bin. Dahatên ku ji vê çalakiyê bên bidestxistin wê ji bo ‘Projeya Sînemaya Nû ya Amûdê’ were bikaranîn.
Ev çîrok yên me hemûyan e
Ji komîteya festîvalê Denîz Yildiz û Mutlu Bîngol gotin:’’Armanca me bi tenê nîşandana filman nîne. Zehmetî, berxwedan û dewlemendiya çandî û dîrokî ya gelê Kurd bi rêya sînemayê nîşandan e. Bi taybetî Rojava û berxwedana jinên Kurd, mijara esasî ya festîvalê ye. Ev çîrok yên me hemûyan e. Têkoşîna edalet, azadî û rûmetê gerdûnî ye û bi rêya sînemayê dikare bigihê girseyeke hîn berfirehtir.’’ Organîzatoran destnîşan kirin ku ev festîval wê di navbera civakên cihêreng bibe wesîleya pirekê û gotin:’’Bendewariya me ew e ku em nêvengeke ku çîrokên Kurdan bidin hîskirin ava bikin û di salên pêş de ji bo ev festîval mayînde bibe, zemîneke saxlem ava bikin. Em pîlan dikin ku her sal bi bernameyeke hîn berfirehtir, bi mijar û hevkariyên navneteweyî yên cuda, vê çalakiyê mezin bikin.’’














