Li Hamburgê filmên Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 23 Kanûn 2020 - 01:46

  • Mihrîcana Filmên Kurdî ya Hamburgê îsal cara 11´an bi rê ve diçe û ev cara yekê ye bi rêya înternetê sînorên hişk ên Cografî bêmane kirin. Li filma pêşî a mihrîcanê Diyalogê bêhtirî 2 hezar kesan temaşe kir. 

MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ
HAMBURG

 

Mihrîcana Filmên Kurdî ya Hamburgê îsal online di ser înternetê ve bi rê ve çû. Di vê mihrîcana 11’an de ne tenê xelkê li Hamburgê lê yên li seranserê dinyayê dikarîn li filman temaşe bikin. Mihrîcana ku 19´ê mehê dest pê kir, îro bi dawî dibe û heta niha bi hezaran kesî li filman temaşe kir.  Di festîvalê de bi giştî 9 film, belgefilm û kurtefilm hatin nîşandan û îro jî 5 kurtefilm tên nîşandan.
Li gorî komîteya amadekar, di roja yekê ya mihrîcanê de bêhtirî 2 hezar kesî li filma destpêkê ya mihrîcanê, “Diyalogê” temaşe kir. “Diyalog” a ku Selîm Yildiz derhêneriya wê kir, li ser jiyana malbatekê ye ku kurê wan tevlî nav refên Şoreşa Rojava bûye. Dê û bavên Enes Yildiz (Gelî Wan) li gundekî navçeya Wanê Miksê dimînin. Gelî wan tevlî nav refên Şoreşa Rojava bûye. Dayika wî Besna û bavê wî Newroz li aliyekî di şertên dijwar ên vî gundî de li ber xwe didin, li aliyê din jî hesreta ji bo kurê wan barekî giran e li ser milên wan. 

Ji ber ku hûn ji dayikan fêm nakin

Derhêner Selîm Yildiz jî birayê Gelî Wan e, yanî kurê Besna û Newroz e. Di filmê de dayik Besna tevî kurê xwe Selîm berê xwe dide Rojava da ku Gelî Wan bibînin. Film, esas li ser vê rêwîtiyê ye. Li Sêmalka gava pêşmerge bi wan didin zanîn ku çûna wan a Rojava qedexe ye, ev rêwîtiya bi hesret li bendekê dikeve, dilikume. Besna ji vê biryara qedexeyê aciz dibe, kula dilê xwe bi van gotinan dide der: “Ji ber vê em nikarin bên cem hev, hûn ji dayikan fêm nakin.”
Lê dayik dev ji israra xwe bernade. Vedigere Silêmanî û paşê di ser Şengalê re diçe Rojava. Besna pêşî hevrê û hevalên kurdê xwe Gelî wan dibîne, piştre jî wî bi xwe. Ji bo Besnayê her du rojên ew kurê xwe dibîne, rojên herî xweş ên jiyana wê ne.

Yeka Paşê nakin didu

Filmeke din a balkêş a festîvalê Huşbe ye. Derhêner Nursel Dogan di 15 deqîqeyan de behsa Zerê dike. Zêrê keçeke li gundewarên Kurdistaniyê. Film xweşik nîşan dide ka li gundan awayekî jiyanê yê feodal li deverên gundewar çawa li ser keçan tê ferzkirin. Birayê Zerê, Paşa ye. Li Paşa her tişt serbest e, ew çi bixwaze tê kirin. Malbat yeka wî nake dido. Herçî Zerê ye, jê tê xwestin karên malê bike û li xwişk û birayên ji xwe piçûktir miqate be. 
Bêdengiya Zerê, weke avê diherike û dibe deng: Ew bi Erbaneya li jêrzemînê veşartî xwe îfade dike. Lê bi hinceta dike dengênî, li ser gazin û giliyên dapîra wê, Erbaneyê jê distînin. Daxwaza wê ya lêxistina Erbanê paşê jî nayê qebûl kirin, tevî ku hazir e ji bo vê yekê nimêj jî bike. Ji bo ku deng neke, Erbaneya wê diavêjin çemî. Zerê jî tik û tenê dimîne.

Jinên şoreşê

Yek ji filmên din ê li mihrîcanê hat nîşandan, belgefilma li ser Şoreşa Rojava a bi navê “Rojava” bû. Derhênerên Fransî Selena Verri û Magali Magni dîmenên vê filmê Gulana 2015´an girtine. Di belgefilmê de em jinên li kantonên Cizîr û Kobanê bi erkên xwe radibin, dibînin. ew behsa fikrên xwe yên li ser Şoreşa Rojava dikin.

Roya El-Mustefa, ji fermandarên YPJ´ê Çîçek Xemgîn, wezîra kantona Cizîrê Emîne Omer, ji nûnerên Yekitiya Starê Sara Xelîl, wezîra karên hundir a kantona Kobanê Bêrîvan Aşan, ji Rêxistina Sara Mona Abdulselam, nûnera Weqfa Jina Azad a Rojava Meike Nack û ji nûnerên ciwanan ên kantona Cizîrê Hebûn Ferzend em di belgefilmê de dibînin. 

 

Roja dawiyê ya kurtefilman e

Îro roja dawiyê ya Mihrîcana Filmên kurdî ya Hamburgê ya 11´an e. Îro êvarê 5 film tên nîşandan: Kurtefilma “Hevêrk” a derhêner Rûken a 14 deqîqeyî; kurtefilma “Ez dibim baran û bi bajêr de dibarim” a derhêner Kasim Ordek a 14 deqîqeyî; kurtefilma “the Wall (Dîwar)” a derhêner Ferideh Ghaderî a deqîqeyek û 40 saniyeyî; kurtefilma “Havîna Qulingan” a derhêner Maryam Samadî a 14 deqîqeyî; û kurtefilma “Veger” a derhêner Selman Deniz a 19 deqîqeyî.
Kesên dixwazin wê karibin di ser kanala vîmeo ya mihrîcanê li filman temaşe bikin: https://vimeo.com/channels/hkff

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.