Li Hambûrgê dema filmên Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 3 Mijdar 2024 - 18:30

  • Festîvala Filmên Kurdî ya Hambûrgê bi dirûşmeya “Huner li hember nijadperestiyê” di navbera 7 û 10’ê Mijdarê de tê lidarxistin. Di bernameya festîvalê de bi giştî 19 film hene û ew ê di roja dawî ya festîvalê de 4 xelat werin dayîn.

M. ZAHÎT EKÎNCÎ/HAMBÛRG

Festîvala Filmên Kurdî ya Hambûrgê di navbera 7 û 10’ê Mijdarê de ew ê pêk were. Festîval îsal ewê bi dirûşmeya “Huner li hember nijadperestiyê” were li dar xistin û ji çar parçeyên Kurdistanê film werin nîşandan. Di nav bernameya festîvalê de 19 film hene. Hinek ji van filman metrajedirêj, hinek belgefilm û hinek jê jî kurtefilm in.

Galaya festîvalê ew ê saet di 18:00’an de li Salona Zeis Kino ya li herêma Altona pêk were. Piştî galayê ew ê filmê Mehmet Ali Konar ê bi navê “Dema Pelên Gûzan Zer Dibin” were nîşandan. Piştî film ew ê bi derhênerê film Mehmet Ali Konar û lîstikvanê film Korkmaz Aslan re hevpeyvîn pêk were.

Ew ê di çarçoveya bernameya festîvalê de nivîskar Yavuz Ekinci bi navê “Çîrok û Sînema” semînerekê bide. Her wiha muzîkjen Adar Jan ku li Berlînê xebatên muzîkê dibe serî jî ew ê di 9’ê Mijdarê de li Hamburg Kunst’ê stranan bibêje ji mêvanên festîvalê re.

 

4 xelat tên belavkirin

Weke her sal ew ê di dawiya festîvalê de xelatên kurtefilmê herî serketî, belgefilma herî serketî, xelata juriyê ya taybet û xelata afirînerê ku hêvî dide werin dayîn. Bi tevahî 4 xelat tên belavkirin. Di juriya festîvalê ya îsal de Mano Xelîl, Yavuz Ekinci û Ozlem Diler cih digirin. Filmên festîvalê ew ê li Kino 3001 ya ku li Sternschanze dimîne werin nîşandan.

Bi tevahî 19 film tên nîşandan

Ji Komîteya Festîvalê lîstikvan Bîlal Bulut axivî û got; “Festîvala Hamburgê yek ji wan festîvalên herî domdar a dîasporayê ye. Ji bo îsal qederê 150 film hatin ber destê me. Me ji nav van filman dikarîbû tenê 19 filman hilbijêrin û nîşan bidin. Di nava van filman de 9 kurtefilm, 6 belgefilm û 4 jî filmên metrajedirêj hene. Me hewl da ku em ji çar parçeyên Kurdistanê jî filman nîşan bidin.”