Gundê Xwaran gundekî gelek xweş û geştiyariyê ye. Gund li quntara çiyayê Mamend a ser bi bajaroka Helşo ye. Li vî gundî her çar demsal tê jiyan kirin. Niha li gund rengê payîzê û werîna pelkên zer ên daran dîmenek ciwan li pey xwe dihêle.
Gundê Xwaran li bakur rojhilatê bajaroka Qeladizê ye. Ji aliyê îdarî de girêdayî bajaroka Helşo ya li devera Pişder a li nav sinorê parêzgeha Silêmaniyê ye. Li bakurê gundê Xwaran gundê Mamend, li başûr gundê Gird Qezwan, li rojhilat gundê Badawe û li rojavayê wê jî gundê Dêlo heye.
Gundê Xwaran heta niha jî ava ye û gelek mal tê de hene. Piraniya şêniyên wê bi karê çandinî û sewalvaniyê ve mijûlin.
ROJNEWS/QELADIZÊ