Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera 11-22’yê Nîsanê de cara 44’an li dar dikeve. Di nav festîvalê de fîlmên bi kurdî jî hene.
Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV’ê ve tê lidar xistin eşkere bû. Di festîvalê de 139 fîlmên metrajdirêj û 15 kurtefîlm hene. Ligel nîşandayîna fîlman dê çalakiyên wekî gotûbêj, nîşandayinên taybet jî hebin. Festîval bi nîşandayîna fîlmê derhêner Ido Fluk ê bi navê “Koln 75” dest pê bike. Fîlm bi ser konsera Keith Jarrett a 1975’an de li Kolnê pêşkêş kiribû re hatiye kişandin.
Fimên Kurdî yên di bernameyê de
Îsal jî hin derhênerên kurd bi fîlmên xwe yên bi kurdî beşdarî festîvale dibin. Di nav bernameyê de 7 fîlmên ku têde kurdî jî hene ketine nava bernameyê û me ew neqandin.
Ji van di beşa “Pêşbaziya Laleya Zêrîn” de 2 fîlm hene. Fîlmê Rezan Yeşilbaş ê bi navê “Uçan Koftecî” (Koftekarê Digire) û “Hîsterî” yê Mehmet Akif Buyukatalay hene.
Di beşa “Yenî Bakişlar” (Awirên Nû) de du fîlm hene. Derhêner Orhan Înce ku berê bi kurtefîlmên xwe navê xwe li nav qada sînemayê dabû nasîn, vê carê bi fîlmê xwe yê metrajdirêj “Hêvî” li festîvalê ye. Ev fîlmê derhêner Înce yê yekem ê metrajdirêj e. Li aliyê din Kenan Diler jî bi “Kava Agacinin Golgesinde” di vê beşê de derdikeve pêşberî fîlmhezan. Di Beşa Kurtefîlman de jî du kurtefîlmên derhênerên kurd hene. Ji van Mahsum Taşkin bi “Garan”ê, Yakup Tekintangaç jî bi “Morî” li festîvalê ye. Ev her du di beşa “Kurtefîlm 2” de têne nîşandayîn. Û fîlmê din ku beşek jê bi kurdî ye jî belgefîlmê Esin Ozalp Ozturk ê bi navê “Işigin Hasadi” ye. Ev belgefîlm jî di “Beşa Belgefîlman” de tê nîşandayîn.
DIYARNAME