Li Ferat-Derê hînî Kurdî dibin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 15 Kanûn 2023 - 00:21

  • Ferat-Der a Semsûrê: Divê gelê me bi zimanê xwe bixwîne, binivisînê, bijî û danûstandina xwe jî bi zimanê xwe bike. Niha di dibistanan de hînkirina zimanê Kurdî qedexe ye. Li dibistanan zimanê Kurdî wekî dersên hilbijarî tên dayîn, lê zimanê neteweyekî nabe hilbijartî. 

MAHMUT ALTINTAŞ / MA / SEMSÛR

Ferat-Der ku li Semsûrê ji ber erdhejê navber dabû xebatên xwe, piştî demekê, li Semsûrê perwerdehiya zimanê Kurdî ji nû ve da destpêkirin.  

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (Ferat-Der) ji sala 2019’an ve li Semsûrê xebatên ziman û çandê dimeşîne. Ji ber erdhejê, komeleyê navber dabû xebatên xwe, dest bi perwerdehiyê kir. Di erdhejên 6'ê Sibatê de xesareke mezin li avahiya Ferat-Derê jî bûbû û ji ber wê jî xebatên saziyê rawestiyabûn. Ferat-Der a ku avahiya wê hilweşiya, li taxa Karapinar a navenda Semsûrê bi 2 konteyniran ji xwe re cihek amade kir û bi 20 şagirtan dest bi perwerdehiya asta yekem û dûyem a zimanê Kurdî kir. Hevserokê Ferat-Der'ê Kazim Tûrhal da zanîn ku miracaetên wan ên kursê dewam dikin û ew dê di rojên pêş de pola sisiyan jî vekin. 

Tûrhal da zanîn ku wan bi 20 xwendekaran di asta yekem û duyem de dest bi kursan kiriye û got, “Berî erdhejê xebatên me yên wekî panelan, xebatên çand û ziman hebûn. Lê bi erdhejê re em neçar man ku karê xwe rawestînin. Piştî erdhejê me hewl da careke din ji xwe re cihekî peyda bikin û xebatên xwe bidomînin. Gelek avahî hilweşiyan, gelek mirovên me jiyana xwe ji dest dan, lê em neçar man ku bi awayekî bijîn û xebata xwe bidomînin. Di encama xebatên me de, me 2 konteynir peyda kirin û em niha hem xebatên komeleyê û hem jî dersên xwe di van her du konteyniran de dikin."

Miracaet zêdetir bûne 

Turhal da zanîn ku piştî erdhejê miracaetên wan zêdetir bûne û got, "Zehmetiyên konteynirê ji aliyê sermayê û piçûkbûna polê ve hene, lê tevî vê yekê jî em kar û xebatên xwe didomînin. Ji ber ku konteynir piçûk in, em bi hejmareke kêm a şagirtan polê vedikin. Miracaetên me hîna jî dewam dikin û meriv dikare bibêje, piştî erdhejê xwestek û germahiya ziman û gel zêdetir bûye. Niha 2 polên me hene, lê miracaet hene em ê hefteya pêşiya me poleke din jî vekin."

Zimanê neteweyekî nabe hilbijartî  

Turhal bal bire ser giringiya ziman û got, "Ziman her tişt e. Ziman hebûna neteweyan e. Ji ber wê jî divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê gelê me bi zimanê xwe bixwîne, binivisînê, bijî û danûstandina xwe jî bi zimanê xwe bike. Niha di dibistanan de hînkirina zimanê Kurdî qedexe ye. Li dibistanan zimanê Kurdî wekî dersên hilbijarî tên dayîn, lê zimanê neteweyekî nabe hilbijartî. Zimanê me zimanekî qedîm e. Ji ber wê jî divê em xwedî li zimanê xwe derkevin." 

Em dixwazin van xebatan bibim Meletî jî

Tûrhal di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li gorî miracaetan ew ê kursên wekî muzîk, folklor û wênesaziyê jî vekin û got, "Niha em dersên şêwezarê Kurmanciyê didin, lê heke miracaet hebin, em dikarin pola zaravaya Kirmanckî jî vekin. Her wiha li gorî miracaetan kursên wekî muzîk, folklor û wênesaziyê jî em ê vekin. Di heman demê de ji bo rojên taybet ên wekî wekî 21'ê Sibatê û 15 Gulanê jî plansazî û projeyên me wê hebin. Li ser çanda Semsûrê xebateke me heye. Her wiha em naxwazin tenê Semsûrê asê bibim, li Meletiyê jî em dixwazin xebatên bi vî rengî bikin, lewma li wir jî wekî Semsûrê kêm xebat li wir hatine kirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.