Li Evînê Jin jiyan azadî olan da

Duşem 16 Îlon 2024 - 02:40

Girtiyên jin ên li girtîgeha jinan a Evînê pêr bi şev bi boneya duyemîn salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, li hewşa girtîgehê kom bûn û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de girtiyan hîcabên xwe ji serê xwe derxistin şewitandin û dirûşm berz kirin. Çalakî li ser hesabê medyaya dîjîtal a xwediya xelata Nobela Aştiyê ya 2023’an Nergîs Muhammedî ve hat parvekirin û wiha gotin:“Îşev bi boneya duyemîn salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, zêdeyî 25 girtiyên siyasî yên jin li hewşa girtîgeha Evînê kom bûn, li ser kartonan dirûşim nivîsandin û bi dîwarên girtîgehê ve daliqandin. Di korîdor û hewşa girtîgehê de dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin. Navê kesên ku hatine qetilkirin û darvekirin xwendin. Girtiyên jin bi armanca şermezarkirina polîtîkayên tepisandina jinan ji bo ferzkirina hîcabê şermezar bikin, hîcabên xwe ji serê xwe derxistin li hewşa girtîgehê şewitandin. Jinên berxwedêr diyar kirin ku ew ê roja Yekşemê ango doh ji bo piştgiriya greva giştî ya bi gelê Îranê re dest bi greva birçîbûnê bikin.”

NÛJINHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.