Li Elmanyayê gundekî Kurdan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 18 Hezîran 2024 - 00:35

FIRAZ BARAN / DIUSBURG

Di 15’ê Hezîrana 2024’an de li bajarê Diusburgê (Elmanya) Festîvala Zîlan pêk hat. Festîval li parkekê, yanî li qadeke vekirî hat lidarxistin. Hunermend Amele li qada festîvalê Gundê Kurda ava kir. Eleqeyeke mezin ji bo Gundê Kurda çêbû.

Di bin konê reş de 60 dengbêjên jin û stranbêjên amator stranên Kurdî gotin. Jin TV, Stêrk û Çira TV li vir weşanên zindî kirin. Hema bêje her kesê ku beşdarî festîvalê bû serdana Gundê Kurda kir û wêne girtin.

Tiştên ku li Gundê Kurda hatin pêşandan ev bûn:

Konê 14 stûn

Meşk

Destar

Banger

Tendûr

Sembolên çar baweriyan: Îslam, Êzdî, Xwezaperest û Xrîstiyan (Gelê Suryanî)

Nemrûd

Girê Miraza (Göbeklitepe)

Şivana Jin

Kaniya Gundê Me

Çîroka Şivana Jin

Hunermend Amele der barê Şivana Jin de ev agahî dan kovarahuner.org: “Min li Salzgitterê jinek a welatparêz nas kir. 7 sal li Wanê şivantî kiriye. Ji bo ku xwe biparêze cilûbergên mêran li xwe kiriye. Ez ji vê yekê bandor bûm. Şivana Jin nûnertiya welatparêziya me ye.” Hunermend der barê konên reş de jî agahiyên balkêş dan: “Mar, beraz, dûpişk û hirç ji ber bêhn û mûyên wê nêzî konê reş nabin. Dûpişk ji bêhna wê, yên din jî ji mûyê bizinan bêzar dibin.”

Jiyana li Kurdistanê tîne bîra xelkê

Gundê Kurda cara yekem di 15’ê Tebaxa 1997’an de li bajarê Dusseldorfê (Elmanya) hat vekirin. Ji wê demê heta niha hunermend Amele her sal li welatên cuda Gundê Kurda ava dike. Gelê Kurdistanê eleqeyeke mezin nîşanî vî gundî didin. Hunermend Amele wiha dibêje: “Mirov tên û li konê rûdinîn. Hin ji wan digirîn. Jiyana li Kurdistanê tê bîra wan. Li ser meşkê, di bin kona reş, cem dergûşê û hwd. wêneyên xwe digirin û stranan dibêjin. Taybetî stranên dengbêjan hesten cuda derdixin holê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.