Li dikaneke entîkefiroş ya Elman peykerekî ji kevir yê ji dema Maya hate dîtin. Rayedarên Elmanî peykerê ji kevir teslîmî balyozxaneya Meksîka ya li Frankfurtê kirin. Meksîkayî wisa pê bawerin ku ev peyker ji hêla Elmanan ve hatiye talankirin.
Li ser peykerê ji kevir teswîra seriyekî heye. Lêkoler gotin ku îhtimal heye ew parçeyekî dîwarekî be jî, dîwarên ku rîtûelan temsîl dikirin. Ji ber vê yekê lêkoleran îşaret bi serdema Mezoamerîkan kirin û gotin ku dişibe yek ji berhemên wê serdemê.
Hikûmeta Meksîkayê di van salên dawî de ketiye pey berhemên ji welatê wan hatine dizîn an jî talankirin. Salên çûyî peykerê bi navê Olmec yê 2 hezar û 500 salî li welat vegerandibûn. Her wiha 65 berhemên dîrokî yên kevnar jî ji welatên cuda komkirin û niha hewl didin muzeyekê ava bikin da ku van berhemên dîrokî yên hatine talankirin li wir nîşanî xelkê bidin.
NAVENDA NÛÇEYAN