Azadî ji Abdullah Ocalan re
În 22 Mijdar 2024 - 03:20
Kolektîfa jinê Colectiva Las Kompas ku navenda wê li Meksîkayê ye, nameyek ji Tevgera Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê û gelê Rojava re şand. Kolektîfê ragihand ku bi rêya nameya endamên Tevgera Jinên Kurdistanê ya li Abya Yala hîn bûne ku rewşa tenduristiyê ya Rêber Abdullah Ocalan baş e, ji vê agahiyê kêfxweş bûne, lê ji ber ku Rêber Apo hîn jî tecrîdkirî ye, bi hêrs in. Kolektîfê got:"Ji ber vê yekê em ê li gel we hevrêyên xwe, daxwaza xwe ya ji bo azadiya wî dewam bikin" û destnîşan kir ku wê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê dewam bikin. Nameyê bi vî rengî dewam kir:"Her wiha em dibînin ku ji bo tinekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û jiholêrakirina tecrûbeya Rêveberiya Xweser a ku hêviya gelên li Rojava mezin dike, bombardûmanên dewleta Tirk a faşîst dewam dikin. Di nava vê yekê de em xwe jî dibînin. Îro li Meksîkayê qirkirineke mirovî heye. Bi alîkariya hikumetê, şerê ku qaşo di navbera kartelên narkotîkê de tê meşandin, bi esasî li dijî gelên me tê kirin. Lewma lîderên gelê xwecihî yên ku xakê diparêzin, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan têne kuştin. Dewleta Meksîkayê û çete bi zorê çekê didin ciwanan. Ji ber vê zextê jî mirov neçar dimînin birevin û herêmên xwe biterikînin. Bi vî rengî hewl didin xweseriya Zapatîsta ku ji bo herêma me hêvî ye û berxwedana gelên xwecihî tine bikin. Zapatîsta xwedî zarok û ciwanên ji nifşê nû ne ku ji bo avakirina cîhaneke nû perwerde kirine; dixwazin van ji holê rakin.
Cinawirê hezar serî (Hîdra)
Weke cinawirê ji hezar serî (Hîdra) li her devera cîhanê me dişopîne, lê belê hêza xwe têrê nake ku me tine bike. Li hemberî êşên li Rojava, li Chiapas û gelek deverên din em gelekî bi hêrs in. Em zanin ku çavkaniya van hemû felaketan, sîstema kapîtalîst a baviksalar e. Ev cinawir hewl dide bi hestê bêçaretiyê berxwedana me bêbandor bike. Lê belê di kêliyên bi vî rengî de em berê xwe didin têkoşîna we û ji têkoşîn û berxwedana we hêz û enerjiyê werdigirin. Têkoşîna we ku di nava nebaşî û şer de ji bo hezkirin, rûmet û jiyana azad israr dike, ji bo têkoşîna me çavkaniyeke sûdwergirtinê ye. Li herêmên xwe, li qadên civakên xwecihî, li bajaran û banliyoyan em bi we re ne." Nameya kolektîfê bi bîrxistina gotina jina pêşeng Bety Carino bi dawî bû ku li Meksîkayê hate qetilkirin:’’Weke ku xwişka me, hevrêya me Bety Carino got, 'Em bi çandina xeyalan hêviyê kom dikin'. Em hezkirin, berxwdan û enerjiya xwe ya serhildanê bi rêya vê nameyê ji we re dişînin. Azadî ji Ocalan re. Jin, Jiyan, Azadî."
NAVENDA NÛÇEYAN