Destxetên Aztekiyan xelas kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 23 Nîsan 2024 - 00:30

Akademîsyenên Meksîkayî hin destxetên ku behsa Împeratoriya Azetkê dikirin û windabûn xelas kir. 

Gava akademîsyen li ser dîrokê hûr dibin û li hin tiştan dikolin pirrî caran ji belge û destxetên kevn sûd werdigirin. Yek ji van belgeyên girîng jî desxtên Împeratoriya Aztekê ne. Destxetên bi navê “San Andres Tetepilco Kodeks” behsa dîroka Meksîkayê ya sedsala 16 û 17’an dikin. Piştî xebatên çend salan hukumeta Meksîkayê da zanîn ku wan van belgeyên ku winda bûne xelas kirine û niha diparêzin.

Akademîsyenên Meksîkayî dan zanîn ku naveroka ”San Andres Tetepilco Kodeks” gelekî tevlîhev in. Ev belge ji yên pêşiya dema Colomb cudatir in. Ev destxet metnên bi zimanê Spanyolî û her wiha resmên ku behsa jiyana niştecihên li wir dikin, dihewînin. Înstîtûya Antropolojî û Dîrokê ya Meksîkayê (INAH) li ser van destxetan xebitî û hin testan pêk anî. INAH ji bo van destxetan got; “Bi saya çar temayan dîroka Tenochtitlan vedibêjin ev destxet. Nexasim jî resmên ku hatine çêkirin balkêş in.”

Ji bo ew karibin van destxetan binivisînin hibreke zer a tîr ku ji hin nebatan hatiye çêkirin bikaranîn e.

MEXÎCO CÎTY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.