Li Êlihê şevbihêrka dengbêjan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Tebax 2024 - 00:15

Şaredariya Êlihê di çaçroveya xebatên parastina mîrateya çandî de bernameyeke Şevbihêrka dengbêjan li dar xist. Çalakî li Mala Dengbêjan a şaredariyê hat lidarxistin. Ji heft saliyan heta heftê saliyan gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku di Şevbihêrka Dengbêjan de axivî, got: "Mafê her kesî ye ku zimanê xwe yê dayikê biparêze." 

Di çalakiyê de Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê anî ziman ku ji bo çanda Kurdî li her hemû qadên jiyanê belav bikin dixebitin û got: "Li ser kurdî, çanda kurdî û nasnameya kurdî êrişeke mezin heye. Li Êlihê 3 jinên ciwan sirf ji ber ku govend gerand hatin girtin. Li gelek bajaran nivîsên kurdî hatin jêbirin. Xebatên me yên pirzimanî li zora wan diçin. Mafê her kesî ye ku zimanê xwe yê dayikê biparêze." 

Di bernameyê de dengbêj Perîxana Şirnexî, Evdilê Koçer, Evdilezîzê Koçer, Heyderê Xiyî û Salihê Qubînê kilam gotin.  

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.