Li Edeneyê şevbuhêrka dengbêjan 

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 22 Sibat 2022 - 22:06

  • Li Edeneyê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê, di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî de li avahiya xwe şevbuhêrkeke dengbêjan li dar xist. 

Li Edeneyê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê, di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî de li avahiya xwe şevbuhêrkeke dengbêjan li dar xist. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Edeneyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad, endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêvebirên ÎHD'ê jî di nav de gelek tevli şevbuhêrkên bûn. 

Di çalakiyê de ewilî Dengbêj Hediye axivî. Hediye bal kişand ser girîngiya zimên û bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin. 

Di çalakiyê de bi kilama "Ey Serokê Me" ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan, tecrîda li Îmraliyê hat şermezarkirin. Dengbêj Evdila Aykût jî bang li hermû dê û bavan kir ku zarokên xwe bişînin dîwana dengbêjan. Dengbêj Suphiye Bayav jî li ser tecrîda li ser Ocalan sekinî û destnîşan kir ku zimanê Kurdî bi saya têkoşîna Ocalan û gelê Kurd hatiye vê merheleyê, lewma deyndarê Ocalan in. Bayav, bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin.

Hozan Siwar jî ku got "Ziman tune be, civak jî tune ye" destnîşan kir ku Kurdî tevî hemû polîtîkayên bişavtinê jî xwe diparêze.

Şevbuhêrk bi kilamên dengbêjan bi dawî bû.

MA/EDENE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.