Şîrketa Elon Mûsk pêr 60 peykên nû şand mîhwera cîhanê. Astronoman nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku di nava 10 salan de ev hejmar dikare bigihêje 50 hezarî û ji niha ve bûye cihê fikaran.

Armanca şîrketa Elon Mûsk ew e ku bi rêya van peykên li her devera cîhanê înternetê bi dest bixe. Şîrketa ku destûr ji rayedarên DYE'yî wergirtiye, dixwaze 12 hezar peykên din bişîne. Heta niha 2500 peykên çalak li dorhêla cîhanê hene. Ev hejmar wê dema bê zû zêde bibe.

Astrofîzîkvanê ji Mala Çavdêriyê ya Parîsê Nîcolas Bîver got, "Ev yek ji bo meşandina karê zanistî û kişandina wêneyan rewşeke zehmet e. Ji ber ku li her derê wê ronahiya peykan bên dîtin. Ji xwe ronahiya li ser rûyê erdê zerarê didin."

Astronoman ji bo dengê xwe bidin bihîstin heta niha gelek kampanyayên îmzeyan dane dest pê kirin û bi hezaran îmze kom kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN