Li dijî xiyanetê helwesta hevpar
Çarşem 31 Tîrmeh 2024 - 00:22
Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK’ê yên li dijî Başûrê Kurdistanê didomin. Hevseroketiya rêxistina PYD’ê ya Girê Spî bang li Kurdan kir ku li dijî dagirker û xiyanetê helwesteke cidî û xurt nîşan bidin.
Hevserokê rêxistina PYD'ê ya Girê Spî Sebrî Nebo hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re di siyasetên qirkirina Kurdan de şermezar kir.
Nebo berxwedana gerîlayan a li hember êrişên dagirkeriyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê silav kir û bang li gelê Kurdistanê kir ku asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin û planên xiyanetê yên PDK'ê têk bibin. Her wiha Nebo bang li hikumeta Bexdayê kir ku helwesteke cidî li hemberî binpêkirina serweriya wê ya li ser xaka Iraqê nîşan bide. Hevseroka rêxistina PYD'ê ya Girê Spî Bêrîvan Îsmaîl jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze PDK'ê bike amûra pêkanîna planên xwe yên dagirkeriyê û dorpêçkirina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got:"Dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê hewl didin bi şandina çeteyên DAIŞ'ê ber bi Başûrê ve demografiya herêmê biguherînin û wê dagir bikin, mîna ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Sûriyeyê kirine." Bêrîvan Îsmaîl berxwedana gerîlayan silav kir û banga piştgiriya vê berxwedanê kir. Bêrîvan di dawiyê de xiyaneta PDK'ê şermezar kir û banga bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê heta têkbirina planên dagirkeriyê, kir.
ANHA/EYN ÎSA