• Li paytext duyem a DAIŞ´ê li Iraqê, li Hewîcê, ciwan niha hewl didin bi rêya muzîkê, wê tariya tinekirinê ji ser xwe bidin alî. Lê ji ber nebûna derfetên mekan û derfetên akademiyê, neçar in ku ku vî karê xwe li malan dewam bikin.

BIRWA ESHED/ROJNEWS / KERKÛK

 

 

Hewîce, tevî ku xaka Kurdistanê ye û navendeke Kurdan e, ev bi salan e, ji ber bandora “Te’rîb”ê û surgûnkirinê, ji reseniya xwe dûr ketiye. Her wiha piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê bi talan û wêranbûnê re rû bi rû maye û nekariya xwe ji binê siya taritiya şer û mirinê derbixe. Lê tevî vê jî ciwanên Hewîce bi mûzîk û hunerê xwe hewl didin tarîtî û bibîranînên şer ji holê rakin. “Te’rîb” navê siyaseta Beesê ya erebkirina deverên Kurdan e. Ji ber wê jî niha pirraniya serjimara deverê Erebên Sunî ne.

Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê yên li Iraqê de ango di sala 2014’yan de Hewîce hate dagirkirin û heta dawiya sala 2017’an di bin destê komên çete yên ser bi DAIŞ’ê de bû. Piştî Mûsilê paytexta duyem a çeteyên DAIŞ’ê bû. Di nava vê demê de bajarok wêran bû û tiştek li ser lingan nema. Yanî jiyan, huner û hevqebûlkirinê nekarî xwe bispêre tiştekî.

 

Nifşê nû hêviyê ava dike

Hîna jî tariya mirin û rûyê şer asîmanê Hewîce bernedaye û hîna jî dibin metirsiya êrişa çeteyên DAIŞ’ê de ye. Lê di nava vê yekê de nifşekî nû mezin dibe ku li pey jiyan û aştiyê digere. Bi mûzîk û hunerê xwe, dixwaze rû û bîranînên şer ên li vî bajarokê Kerkûkê tine bikin.

Mihemed Ebdulrezaq ê 20 salî yek ji wan ciwanan e. Ciwanekî hunermend e û li înstrumana ûdê dixe. ew di heman demê de li gorî ku bi xwe dibêje, di 8 meqamên cuda de şareza ye.

 

Piştî dagirkeriyê xwe kir şarezayê ûdê

Mihemed Ebdulrezaq ji Rojnewsê re got, “Piştî êrişa DAIŞ’ê min hîn zêdetir bala xwe da ser jêhatîbûna xwe. Destpêkê min amûreke asayî kirî û bi riya mamosteyê xwe dest bi perwerdeyê kir. Di nava du mehan de ez fêrî şêwazê bingehîn bûm û ev çar sal in ez li ûdê dixim. Ti kes yan jî alî piştgiriya me nake, ti navendeke hunerî jî li bajarok nîne ku her kesê xwedî behre û jêhatî tê de kom bibin. Li bajarokê me di her warî de enerjiyeke zêde ya ciwanan heye. Lê ji ber ku ti piştgiriyeke me nîne, ciwan nikarin wê hêza xwe pêş bixin.”

 

Navend û akademî nînin

Mihemed Ebdulrezaq ji bilî zimanê Erebî dixwaze bi zimanê Kurdî jî stranan bibêje. Lê weke ku bi xwe dibêje, ji ber ku ti akademî û navendên çand û huner li Hewîce nîne, her carê bi neçarî li mala yekî ji hevalên xwe kom dibin, prova dikin û hewl didin di warê hunerê muzîkê de şarewzatir biin û bibin hostekar.