Li dijî tarîtiyê têbikoşin

Çarşem 25 Hezîran 2025 - 02:55

Hamde El-Alî da zanîn bihêzbûna jinan, tekane riya başkirina nexweşiyên demên borî li Dêrezorê hatine jiyîn e û got:" Ev ne tenê berpirsyariya jinan e, a dewlet, civak û hemû saziyan e."  

Piştî serhildanên ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kirin, DAIŞ’ê êrîşî gelek bajaran kir û komkujî pêk anî. Yek ji van bajaran Dêrazorê ye ku di sala 2017’an de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve qismî hate rizgarkirin û tevlî herêma Rêveberiya Xweser bû. Ev bajar, ku di dema rejîma Baasê de rastî zilm û cudakariyê dihat, paşê bi komkujî û zilma DAIŞê’ re rû bi rû ma. Piştî ku Dêrazorê ji aliyê hêzên QSD'ê ve hate rizgarkirin, bi avakirina meclîsên gel re tevahiya nifûsê bû beşek ji rêveberiyê. Bi sepandina pratîkên wekî hevserokatî û kotayê, jinan zexta pergala serdestiya mêran û civaka baviksalar ji holê rakirin û hebûna xwe nîşan dan.

Hamde El-Alî bi mijarê têkildar bal bir têkoşîna jinan. 

Hamde El- Alî anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê ji kêliya ketin bajarê Hecînê pêve, êşên zext û êşan destpê kiriye û çeteyan îlan kirine ku ew ê rêbazên Îslamê pêk bînin. Hamde El-Alî dibêje: “Lê belê tiştên hatin jiyîn tu eleqeya xwe bi Îslamê re tunebû. Gotin em hatine Îslamê bînin. Lê belê me ji derveyî heqaret, biçûkxistin û zextê tiştek din nedît, bi taybetî li dijî jinan her tiştê xirab kirin.”  

Hamde El-Alî got:"Bihêzbûna jinan, tekane riya başkirina nexweşiyên demên borî li Dêrezorê hatine jiyîn e. Ev ne tenê berpirsyariya jinan e, a dewlet, civak û hemû saziyan e. Divê jin li dijî tarîtiyê têbikoşin. Ronahiya ku hevkariya wan bike, wê guherîn û riya azadiyê be."

NÛJINHA/ZEYNEB HELÎF/DÊRAZOR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.