Ji bo azadiya Rêber Apo em têdikoşin
Pêncşem 3 Tîrmeh 2025 - 03:05
Jinên li bajarê Holê yê kantona Cizîrê peyama ‛Jineolojî’ ya Rêber Abdullah Ocalan bi moralên bilind pêşwazî kirin û gotin ew ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bidomînin.
Rêber Abdullah Ocalan vê dawiyê peyamek der barê ‛Jineolojiyê’ de ji jinan re şand. Di peyamê de Rêber Abdullah Ocalan dibêje projeya wî ya têkildarî doza jinan ji aliyê naverokê ve temam bûye û tiştê maye tenê pêkanîn e.
Têkildarî mijarê, jinên bajarê Holê yê kantona Cizîrê ev peyam bi ruhekî xurt û moralên bilind pêşwazî kir û îşaret bi rola mezin a Rêber Abdullah Ocalan di xurtkirina jinan û rakirina astengiyên rûbirûyî wan de kir. Jinên ji Holê diyar kir ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.
Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Holê Xedîce El Hemîd kêfxweşiya xwe ji ber gihîştina peyamekê ji Rêber Abdullah Ocalan ve ji jinan re, ruxmî siyasetên îşkence û qirkirinê li dijî wî li Îmraliyê, anîn ziman.
Xedîce El Hemîd di dawiyê de soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.
Her wiha endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa bajarê Holê Wefa El Îbrahîm der barê peyamê de got: "Peyama Rêbertî nêrîneke zelal a têkbirina hişmendiya zilamperestiyê, misogerkirina mafên jinan û parastina destkeftiyên wan ên siyasî û civakî derdixe pêş." Wefa El Îbrahîm di dawiya gotina xwe de soza şopandina fikrên Rêber Abdullah Ocalan dubare kir.
ANHA/HESEKÊ/ELÎ EL SULTAN