DAIŞ xwe bi rêxistin dike

Duşem 23 Hezîran 2025 - 02:50

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê hewl didin xwe ji nû ve xwe bi rêxistin bikin û got:"Ewlekarî berpirsyariyeke giştî ye û hevgirtina civakê xeta yekem a parastinê ya li dijî terorîzmê ye."

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê kantona Dêrezorê Mehmûd El Xelûf ragihand ku alozî û pevçûnên herêmî yên di navbera hêzên mezin ên Rojhilata Navîn de rê li ber vejîna çeteyên DAIŞ'ê ya li herêmê, bi taybet li Dêrazorê, vedike. Her wiha diyar kir ku wan hin tebîr girtine ku rê li ber vegera DAIŞ'ê bigirin. 

Mehmûd El Xelûf diyar kir ku herêma çolistan a berfireh û nebûna çavdêriya ewlekariyê li hin deverên Sûriyeyê, bi taybetî li rojavayê Firatê, bûye jîngeh û derfetek ku "rêxistinên tundrew dîsa li wir çalak bibin", bi taybetî jî çeteyên DAIŞ’ê. Her wiha destnîşan kir: "Valahiya ewlekariyê ya ku ji ber rûxandina rejîmê çêbûye û nebûna hêzên leşkerî yên rêxistinkirî bûye sedem ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê bi serbestî li wan herêman tev bigerin. Ewlekarî berpirsyariyeke giştî ye û hevgirtina civakê xeta yekem a parastinê ya li dijî terorîzmê ye."

ANHA/DÊRAZORÊ/UDEY EL EBDELA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.