Jin hebûna xwe îspat dikin
Duşem 26 Gulan 2025 - 02:50
Ji Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li kantona Dêrazor Wetîn El-Muhemed bi lêv kir ku jin hebûna xwe îspat dikin û got:"Em xebatên xwe dewam dikin ji ber ku em bawer in mafê jinan ê rûmetê û biryardanê heye."
Kombûna Jinan a Zenûbiya wek dengekî jinên azad û parêzvanek mafên jinan li kantoan Dêrazor li Bakur û rojhilatê Sûriyeyê xebata xwe dewam dike. Bi nêzbûna civînên meclisên herêmî yên kombûnê, girîngiya van civînan eşkare dibe ji ber ku ew wek platformek ji bo nirxandina destkeftiyên du salan ji xebatê ye. Kombûna Jinan a Zenûbiya civînên stratejîk li kantonên Reqa, Tebqa û dêrazorê li dar dixe, da ku destkeftiyên hêzdarkirina jinan belge bike û îradeyekê li dijî kêşeyên jiyanê têbikoşe.
Girîngiya civînan
Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Dêrazor Wetîn El-Muhemed got ku bi nêzbûna civînên birêkûpêk ên meclisê nêz dibin, ew balê dikişînin ser du salên têkoşîna berdewam ji bo hêzdarkirina jinan û baştirkirina jiyana wan di bin şert û mercên dijwar de û got: "Jinan gelek hewl dane ku ji wan zincîrên ku bi salan e wan girêdayî kirine, derkevin. Ev civîn dê pêşkêşkirinek berfireh a karê kombûnê û nîqaşkirina plana karê pêşerojê û avakirina li ser tiştên ku hatine bidestxistin, di nav xwe de bigirin."
Xebatên kombûnê hêz e
Wetîn El-Muhemed diyar kir ku xebatên xwe ji bo azadiya jinan dê bidomînin û wiha pê da çû: "Em xebatên xwe dewam dikin ji ber ku em bawer in mafê jinan ê rûmetê û biryardanê heye. Jin ji ber adet û kevneşopiyan ji mafên xwe demek dirêj bêpar mane, lê em bawer dikin ku dengê jinan îro divê wek dengê Şahbanû Zenûbiya dengekî azadî û berxwedanê, bihêz be. Jin di siyasetê de, di hevserokatiyê de û di hemû warên xebata civakî û rêxistinî de hebûna xwe îspat dikin."
NÛJINHA/DÊRAZOR/ZEYNEB XELÎF