- Yanî beşeke mezin a civakê êdî daxwaza tiştekî li wan nake ji ber ku ew êdî ne rewa ne û divê biçin. Yanî tenê wê demê dengê xwe dikin ku vê sîstemê bi carekê ji holê rakin. Gelê Başûr ewqas nerazî û bi hêrs e!
ŞASWAR MAME
Piştî ruxana rejîma Beesê li Iraqê, hêviyek çêbû ku herêma Kurdistanê ya ku PDK û YNK'ê bi şer di navbera xwe de parçe kiribû, bikin yek. Hêviyek hebû ku çekdarên wan bibin yek û arteşek niştîmanî û qanûnî ava bibe. Hêviyek çêbû ku êdî herêm ber bi demokrasiyê û azadiyê ve biçe. Hêviyek mezin hebû ku herêm ji aliyê aborî û bazirganiyê ve zêdetir bi pêş keve. Herdu aliyên desthilatdar jî soza vê yekê didan û hikûmetek hevbeş ava kirin. Lê îroroj, ev hêvî ne ku tenê pêk nehatin, gel êdî bê hêvî bûye.
Piştî çend salan raya giştî fêm kiriye ku ev yekbûn û bipêşketin tenê dirûşm û sembol e. Hê jî du rêveberî, du ajanda, du hêzên çekdar, du berjewendî, du şirket û du malbat herêmê bi rê ve dibin. Ya ku yek e, tenê navê saziyan û karên burokratîk ên hikûmetê ne. Hikûmeta ku ji aliyê rêxistinên du partiyan û hinek hevbeşên wan yên bê desthilat ve tê birêvebirin.
Ev zêdetirî 10 salan e ku li Başûrê Kurdistanê nerazîbûneke berfireh a xelkê li hember vê desthilatê heye. Ev nerazîbûn her roj bi awayên cuda xuya dibe û berfirehtir dibe. Desthilat zêdetir kirîzan derdixe û girîngiyê nade bi nerazîbûnan. Berovajî vê, zêdetir li ser siyaseta xwe israr dike û rûbera pirsgirêkan berfirehtir dike.
Berê xwe dan Enqerê
Ev bûye sedem ku civaka Kurdistanê bê hêvî bibe ji vê sîstemê û xeyala hilweşandina vê sîstemê bike rojev.
Ev çend sal in, banga rûxandina vê sîstemê li her derê deng vedide. Ev deng ewqas mezin e ku heger bi hêz û kuştin, bi piştgîriya hêzên biyanî nebe, ev rêveberî rojekê nikare li ser piyên xwe bisekine. Ev deng ewqasî radîkal e ku êdî bi reformên sembolîk û xebatên parlemanî jî bersiva pêwîst nagire. Jixwe, di hilbijartina bihurî de xuya bû ku beşdariya xelkê di asteke gelek nizim de ye. Ev tê wê wateyê, xelk gelekî bê bawerî û hêvî bûye beramberî desthilatê.
Nexasim van salên dawiyê ji ber kirîzên aborî, rewşa civakê gelekî dijwar bûye. Piştî ku bi siyaseta PDK û alîkariya YNK’ê têkiliyên bi Tirkiyeyê re zêdetir bi pêş ve çûn, nakokiyên di navbera herêmê û Iraqê de derketin holê. Herêmê berê xwe ji Bexdayê guherand û da Enqere û Tehranê (nexasim jî Enqere). PDK’ê bi navê hikûmeta herêmê peymaneke ewlekarî û aborî bi Tirkiye re îmze kir ku xelk nizane naveroka wê çi ye. Lê ev rêkeftin bûye sedem ku aboriya herêmê bi Tirkiyê ve bê girêdan. Bi navê, qaşo aboriya xweser ava dikin, dahat û serwetên Başûr avêtin ber destê Tirkiyê. Ev bû sedem ku hikûmeta Iraqê budceya herêmê qut bike. Ji ber ku li gorî destûra Iraqê divê herêm dahatên petrolê û dahatên deriyên sînor ji hikûmeta navendî re bişîne da ku herêm jî ji budceya Iraqê pişka xwe bigire. Lê herêmê destûr binpê kir.
PDK û YNK'ê bi vî awayî xwe ji berpirsyariya qanûnî vekişandin û rêyek ji xwe re dîtin ji bo ku dahatên Kurdistanê talan bikin. Berê Hikûmeta Iraqê bi eşkere radigihand ka çiqas pere ji hikûmeta herêmê re dişîne. Ji ber ku ev budce rasterast diçû bêrika hikûmetê, YNK û PDK’ê nikarîbûn bi qasî niha gendelî û diziyê tê de bikin. Lê niha dahatên herêmê ku tê gotin ji budceya berê zêdetir e, rasterast diçe bêrika du malbatên desthilatdar; Barzanî û Talebanî. Hem dahatên petrolê hem dahatên deriyên sînorî ku bi awayekî ne qanûnî tên birêvebirin û kontrol li van deriyan tine ye, kes nizane çiqas e û bi ku ve diçe. Tevî ku bi sedema vê dosyeyê budce û mûçeyê xelkê ji aliyê Iraqê ve hatiye qutkirin, lê hikûmeta PDK û YNK’ê amade nîne ji dahatên herêmê û ji talanê pişka xelkê bidin. Dibêjin, dahatên herêmê ji bo me, yên Iraqê jî ji bo xelkê herêmê! Ev jî ne qanûnî ye ne rewa ye. Navend jî vê yekê qebûl nake.
Xwîna xelkê dimijin
Bi sedema vê siyasetê başûr di kirîzeke mezin de ye. Pirsgirêkên civakê yên civakî û aborî gelek in. Jixwe, di salekê de 5 caran mûçe dane fermanberan, her wisa xizmetguzariyên din hema bêje tine ne. Kalîteya xizmetguzariyên kertên giştî, gelekî daketiye. Mirov dema nexweş dibe nikare bi derman û nexweşxaneyên giştî bawer bike.
Derfet hemû ji bo berpirsên van her du partiyan in ku xwediyê şirketan in. Bi awayekî ne qanûnî bêyî ku çavdêrî li ser wan hebe dest danîne ser warên jiyanê hemûyan. Bi vî awayî xwîna xelkê dimijin.
Destê ji derve YNK û PDK bi xwe ne
Gelek xwepêşandan, gelek grev û çalakiyên cûr bi cûr van salan li dijî desthilatê hatin kirin. Lê PDK û YNK’ê krîz kûrtir kirin. Dema bijîşk, pêşmerge, fermanber, mamosta û pêkhateyên din bi awayekî aştiyane grev yan xwepêşandan dikirin, desthilat pirr xemsar tevdigeriya. Wisa xuya dike ku qet ne girîng e ji bo wan ev navend xizmetên xwe pêşkeşî civakê bikin yan girtî bin. Medyayên wan bi pereyê talankirî yê xelkê bi rê ve diçin. Xwe li rewşa civakê kerr dikin wekî ku qet pirsgirêk tine be. Herêmê wekî beheştekê nîşan didin, lê naxwazin fêm bikin ku wan ev beheşt tenê ji bo malbatên xwe ava kiriye.
Siyaseta partiyên desthilatdar û xemsariya wan li hember civakê, wisa kir ku gel bi awayekî radîkaltir dakeve meydanan. Ew daxwaza mafên xwe dikin, lê desthilat bi hebûna destekî ji derve wan sûcdar dike û dibêje, ew dest dixwaze rewşa Kurdistanê wêran bike. Fêm nakin ku her kes dizane, destê ji derve li Başûr PDK û YNK bi xwe ne.
Ev çend meh in xwepêşandan û nerazîbûn li herêmê bi awayekî radîkaltir tên kirin. Berê alîgirên muxalefetê zêdetir li meydanan bûn, lê vê carê her kes nerazîbûna xwe nîşan dide. Yên ku bêdeng in jî, ji ber nemana hêviyê û deriyekî çareseriyê bêdeng in. Mirov dikare vê bêdengiyê jî wekî helwêstekê binirxîne: nemana hêviya çareseriyê ji desthilat û muxalefetê. Yanî beşeke mezin a civakê êdî daxwaza tiştekî li wan nake ji ber ku ew êdî ne rewa ne û divê biçin. Yanî tenê wê demê dengê xwe dikin ku vê sîstemê bi carekê ji holê rakin. Gelê Başûr ewqas nerazî û bi hêrs e!
Derfet çêbe qiyamet wê rabe
Îsal xwepêşandanan ji Dihokê dest pê kir, piştre bi girtina xelkê û zexta PDK’ê hatin vemirandin. Heta niha nêzî 100 çalakgerên Behdînanê di heposan de ne tenê ji ber ku daxwaza mafên xwe kirin e. PDK bi girtin, revandin û gefxwarinê rê li rabûna gel digire, lê civak di nava xwe de dikele. Hema derfetek ji wan re çêbe wê qiyamet rabe.
Xemsariya desthilatê wisa kiriye ku xwepêşandan îsal radîkaltir bibin. Ciwanên Silêmanî û derdora wê li hemberî vê zilmê rabûne û her tişta partiyan armanca hêrsa wan e. Ji ber ku bi nerazîbûnên sivîl nikarîbûn desthilatê ji xewa giran şiyar bikin. Niha qêrîna wan mezintir e. Dixwazin bi şewitandina saziyên hikûmetê û partiyan hemûyan, balê bikişînin ser vê bêedaletî û zilmê. Dixwazin bibêjin ev rêveberiya talanker ne rewa ye û divê hilweşe.
Lê wekî her tim desthilat bi çekan bersiva wan dide û heta niha gelek ciwan û zarokên sivîl ji aliyê çekdarên PDK û YNK’ê ve hatine kuştin. Desthilat li şûna ku daxwazên xelkê pêk bîne, hewl dide raya giştî bixapîne û berpirsiyariya xwe pêk neîne. Lê gel êdî pirr baş vê hikûmetê û van partiyan nas dike. Heger rewş wisa bidome, wê nerazîbûn bigihîjin asteke bilintir ku neyê kontrolkirin. Berpirsiyarên vê rewşê jî partiyên desthilatdar in, nexasim jî PDK û YNK.