Li dijî qirkirinê bergirî

Sêşem 30 Tebax 2022 - 22:30

  • KCK´ê xwest li hemberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk gelê Kurd li her derê sîxûrên wê, hêzên wê ceza bike û parastina xwe bi hêviya kesî ve nehêle. 

KCK’ê diyar kir ku êrişa li dijî hevrê Sûheyl Xûrşîd Ezîz (Mamoste Şemal) parçeyek ji qirkirina Kurdan e û got, “Divê gelê me li her derê xwe biparêze. Li her devera ku dijmin û sîxurên wan tespît kirin, divê wan ceza bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên li dijî gelê Kurd ên dewleta Tirk a qirker daxuyaniyek da û got, “Bi destê ajan û nokerên dewleta Tirk a mêtinger qirker di 28’ê Tebaxa 2022’an de ji welatparêzên Başûrê Kurdistanê û endamê Konseya Rêveber a Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz hate qetilkirin. Em vê êrişê şermezar dikin û lanetê li êrişkeran tînin. Di serî de malbata şehîd em sersaxiyê ji civata Tevgera Azadî û gelê Kurdistanê hemûyan re dixwazin. Di şexsê welatparêzê mezin û têkoşer Sûheyl Xûrşîd Ezîz de şehîdên demokrasiyê û şoreşê bi rêz û minet bi bîr tînin, soza ku me dane şehîdên xwe ya ji bo xwedîderketina li bîranîna wan, dubare dikin.

Di ber Kurdistanê de şehîd bû

Ev êrişa li hemberî welatparêzê Kurd ê mezin û têkoşer hevrê Sûheyl Xûrşîd Ezîz hate, parçeyek ji komkujî û qirkirina li ser Kurdan e. Hevrê Sûheyl Xûrşîd Ezîz ku bi navê Mamoste Şemal tê naskirin, mirovekî mezin ê welatparêz û têkoşer ê gelê Başûrê Kurdistanê bû. Jiyana xwe di ber azadiya Kurdistanê re da û bû nûnerê xeta welatparêziyê. Li ser rêya şehîdan meşiya, li pey xwe mîrateyeke mezin a têkoşînê hişt û şehîd ket. Bêguman gelê Kurdistanê yê welatparêz wê bide ser şopa wî û xwedî li mîrateya wî derkeve.

Êrişên li dijî herêma Soran

Dewleta Tirk êrişên hewayî li ser herêma Soran zêde kirine. Zêdebûna êrişên li ser vê herêmê bêsedem nîne.

Dewleta Tirk a mêtinger qirker ji bo karibe xeta welatparêziyê tasfiye bike û xeta xiyanet û nokeriyê li herêma Soran serwer bike, êrişan dike. Di netewebûna Kurdan û pêşvebirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de herêma Soran xwedî cihekî girîng e. Herêma Soran yek ji wan herêman e ku hişmendî û welatparêziya Kurd lê ava bûye, hatiye parastin û gihîştiye vê serdemê. Ev taybetmendiya hreêma Soran ji bo Kurdistanê û gelê Kurd gelekî girîng e. Ev sekna herêma Soran û xelkê wê yê welatparêz, ji aliyê dewleta Tirk a ku qirkirina Kurdan ji xwe re kiriye armanc, weke astengiyekê tê dîtin. Hêzên siyasî yên Kurdistanî yên welatparêz, li dijî van êrişên ku xeta xiyanet û nokeriyê li herêma Soran ferz dike, di xeta welatparêziyê de bigihêjin hev, li dijî hevkarî, nokerî û xiyanetê helwêsteke xurttir nîşan bidin.

Xweparastin ferz e

Dewleta Tirk a qirker mêtinger ne tenê êrişê dibe ser Şervanên Azadiyê yên Kurdistanê, di heman demê de êrişî welatparêzan jî dike û wan qetil dike. Dewleta Tirk bi qetilkirina welatparêzan dixwaze îradeya gel bişikîne, bitepisîne û ji têkoşînê qut bike. Li hemberî vê jî divê gelê me li her derê xwe biparêze û li dijî êrişên dijmin parastina xwe biafirîne. Ne tenê xwe biparêze, li her devera ku dijmin û ajan, nokerên wan tespît kirin, divê wan ceza bike. Ev yek hem wezîfeyeke hem jî mecbûriyetek e. Giring e gelê me parastina xwe bi destê kesî ve nehêle, parastina xwe bi xwe bike.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.