Li dijî qeyûm yekîtî divê
Duşem 25 Mijdar 2024 - 02:35
ROZA METÎNA / AMED
Hevberdevkê DBP'ê yê Marmarayê Mevlut Aykoç têkildarî tayinkirina qeyûman a li Şaredariya Dêrsimê û armancên vê yekê wiha got:"Qeyûm ji bo têkbirina nirxên Gelê Kurd hat tayinkirin. Li dijî qeyûm yekîtî divê. Divê em ji her carê bêhtir li dijî zihniyeta tunehesibandinê yekîtiya xwe xurt bikin."
Di 21’ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hat kirin. Beriya qeyûm tayîn bikin, rûniştina doza Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak hat dîtin. Di danişînê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Cevdet Konak hat birîn. Piştî ceza yekser xebatkarên şaredariyê û endamên partiyê li ber şaredariyê dest bi nobetê kirin. Piştî destpêkirina çalakiya nobedê, polîsan barîkat danîn û piştî qeyûm tayîn kirin êrîşî gel kirin. Di van çalakiyan de bi giştî 8 kes hatin binçavkirin.
Têkildarî tayinkirina qeyûman, armancên vê yekê û têkoşîna li dijî zihniyeta qeyûman Hevberdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Marmarayê Mevlut Aykoç nirxandin kir. Mevlut Aykoç di nirxandinên xwe de bal bir ser mezinkirina têkoşîna hevpar a li dijî tayinkirina qeyûman.
Gelê Kurd li dij qeyûm têkoşiyaye
Mevlut Aykoç da zanîn zihniyeta qeyûman ji dîrokê heta niha dewam kiriye û wiha got:”Dema em li qeyûman dinêrin bi rastî qeyûm ji dawiya Osmaniyan dest pê dike. Ji ber ku di wê serdemê de qeyûm tayînî ser mîrektiyan kirine. Bi destpêka komarê re jî komar li ser tunebûna kurdan hatiye avakirin. Kurd jî wekî tirk hesibandine. Li gor vê çarçoveyê û li gor hesabê wan êdî kurd tune ne. Li gor zihniyeta desthilatdar hemû kesên li Tirkiyeyê tirk in. Bi vî awayî hesibandine. Çand, ziman, hunera kurdan wekî ya tirkan be hesibandine. Heta salên darbeya 80’ê jixwe dîsa li ser navê kurdîyetiyê tu tiştek nehatiye qebûlkirin. Piştî darbeya 80’ê û derketina tevgera azadiyê kurd ji nû ve kurd bi xwe hesiyane. Li berxwe dane. Ango em dikarin bibêjin Gelê Kurd ji dîrokê heta niha li dijî sîstem û zihniyeta qeyûman li berxwe dane. Îro ev tayinkirina qeyûman jî perçeyekî ji vê siyaseta di dîrokê de ye.”
Qeyûm astengiya li pêşiya jinê ye
Mevlut Aykoç bi lêv kir ku qeyûm ji bo astengkirina xebatan jî hatine tayinkirin û wiha pê de çû:”Zimanê Kurdî ji dîrokê heta niha wekî zimanekî ku nehatiye nasîn hatiye qebûlkirin. Û îro dema qeyûm tê tayinkirin dîsa zimanê Kurdî dike hedef. Her çiqas kurdan ji bo zimanê xwe li berxwe dabe û pêşketinek bi dest xistibe jî lê belê ev yek ji aliyê dewletê ve nehatiye qebûlkirin. Dema Gelê Kurd şaredarî bi dest xist di aliyê çand, ziman, huner, jin û zarokan de jî xebat hatin meşandin. Lê belê dewleta îmha û înkarê tu carî destkeftiyên jinan, destkeftiyên kurdan bi tu awayî qebûl nekir. Loma jî dewletê ji bo pêşî li van xebatana bigire û asteng bike, qeyûm tayîn kir. Ji ber ku her şaredariyên me hebin wê çanda jinê, xebatên jinê û destkeftiyên jinê pêşdetir biçe. Ev zihniyet di heman demê de astengiyeke li pêşiya jinê ye jî.”
Li dijî qeyûm yekîtî divê
Mevlut Aykoç ji bo têkçûyina qeyûman bal bir ser girîngiya hevgirtinê û wiha bi dawî kir:”Qeyûm wekî alaveke asîmîlasyonê jî tê bikaranîn. Wexta qeyûm tê tayinkirin di despêkê de tabeleyên Kurdî dadixin. Her wiha qeyûm dijminatiya jinê her tim dike. Destkeftiyên jinê ji holê radikin. Ji ber zimanê Kurdî û destkeftiyên jinê li gor zihniyeta wan tunehesibandina dewletê ye. Heta ku ev mantixa qeyûm ji holê ranebe, heta şert û mercên demokrasiyê ava nebin mirov nikare qala bingehek rast û xurt bike. Cihê ku jin lê tune be, cihê ku çand, ziman û hebûna kurdan lê tune be wê demokrasî û azadî jî li wir tune be. Îro li meclisa Tirkiyeyê jî wexta zimanê Kurdî tê axaftin wekî ku ev ziman tune be tev digerin. Wek zimanê nayê zanîn tê hesibandin. Dewlet ji îro pê ve jî dixwaze di vê çarçoveyê de hewldana xwe bidomîne. Tunebûna Gelê Kurd tunebûna hemû gelên li Tirkiyeyê ne. Loma divê em hem wekî kurd hem jî wekî gelên dinê bi hev re li dijî zihniyeta qeyûm li berxwe bidin. Qeyûm ji bo têkbirina nirxên Gelê Kurd hat tayinkirin. Li dijî qeyûm yekîtî divê. Divê em ji her carê bêhtir li dijî zihniyeta tunehesibandinê yekîtiya xwe xurt bikin.”