Di Newrozê de daxwaza azadiya Ocalan
În 21 Adar 2025 - 03:05
ROZA METÎNA / AMED
Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê ya Stenbolê Dilber Demîr têkildarî Newroza sala 2025’an de diyar kir ku wê cudatiya vê Newrozê bandora banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be û wiha got:” Her ku diçe em nêzî azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dibin. Di Newroza 2025'an de daxwazeke herî girîng a derket pêş jî azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bû.”
Newroza sala 2025’an bi coş û kelecaneke mezin îsal li 89 navendan wê bê pîrozkirin. Heta niha li gelek navendan bi tilîlî, govend û dirûşmeyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Stenbolê Dilber Demîr têkildarî Newrozê, girîngiya wê û bandora peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser Newroza sala 2025’an nirxandin kir.
Newroz ji bo gelê Kurd azadî ye
Dilber Demîr di destpêkê de bal bir ser girîngî û wateya Newrozê û wiha pê de çû:"Newroz ji bo gelê Kurd navê berxwedan, azadî û zayina ji nû de ye. Agirê azadiyê yê Kawayê Hesinkar e. Ev agir bi sê darikên niftikê yên Mazlûm Dogan li zindana Amedê pêxist hîn geştir bû. Ev agirê Newrozê yê azadiyê di serî de ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn bûye hêviyek. Ev hêvî hîn dewam dike.”
Bandora banga dîrokî
Dilber Demîr di heman demê de bal kişand ser bandora banga Rêberê Gelê Kurd a “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha got:” Birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga aştî û civaka demokratîk kir. Ev banga sedsalê li hemû bindestan bi taybet li gelê Kurd, jin, ciwan û hemû gelên ku armanca wan jiyana demokratîk û aştiyeke bi rûmet e, hat kirin. Bi vê bangewaziyê re, hemû gavên ku ji bo parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiya xwe hatine avêtin, zêdetir zelal bûn. Dema ku banga dîrokî û daxuyaniyên birêz Ocalan bi hemû aliyên xwe tên nirxandin, Newroz ji her demê zêdetir bûye rojeke ku daxwaza azadiya gelan tê vegotin. Bandora wê ya li ser Newrozê jî taybet e. Loma em Newroza îsal, wekî Newroza Civaka Demokratîk a Azadiyê dibînin û wiha dinirxînin. Daxuyaniya dîrokî ya Abdullah Ocalan wê bandoreke cuda li Newroza sala 2025'an bike. Ew ê Newroza bi dirûşma ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ bê pîrozkirin bi reng û ahengeke cuda bê pîrozkirin. Ji bo aştiyeke bi rûmet, jiyaneke demokratîk û wekhev her wiha ji bo hemû gelên xwedî hest û ramanên hevpar gelekî girîng e. Her çiqas Newroza her sal xwediyê coş û kelecaneke taybet be jî, Newroza îsal wê bandoreke ji bo hemû qadan biafirîne. Her ku diçe em nêzî azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dibin. Di Newroza 2025'an de daxwazeke herî girîng a derket pêş jî azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bû.”
Bi rihê 8'ê Adarê diçe Newrozê
Dilber Demîr da zanîn ew bi rihê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Newrozê pîroz dikin û wiha pê de çû:"Dema ku em bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ya ku îro li çaraliyê cîhanê belav bûye, bi paradîgmaya xweseriya demokratîk a ekolojîk a jinan pêşengiya azadiya jinê dikin, divê neyê jibîrkirin ku em bi mîrateya jinên ku li pey heqîqetê ne û li berxwe didin hatine heta roja îro. Em ji Zekîye û Rahşanan hînî çanda jiyana azad û berxwedêr bûne. Di 8’ê Adara îsal de jî jinên kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî ber bi azadiyê ve meşiyan. Bi hêza ku me ji 8’ê Adarê wergirt, wekî jinên ku ji berxwedanê heta îro gav paşde neavêtine em Newroza sala 2025'an pêşwazî dikin. Jin bi felsefeya Jin Jiyan Azadî di vê Newroza azadiyê de rola pêşengiyê dilîzin.
Em bi cilên neteweyî li qadan bin
Dilber Demîr da zanîn di Newrozê de jî gelê kurd ji bo parastina çanda xwe cilê xwe yê neteweyî li xwe dikin û wiha dewam kir:"Cilûbergên neteweyî çand û nirxên gel nîşan dide. Bêtehamulî û zextên ku di Newrozên berê de li ser cil û bergên neteweyî dihatin kirin, nayên qebûlkirin. Çand û nirxên gelan paşguh kirin û tune kirin. Tevî van hemû zextan jî kurdên ku hatine qadan bi hişmendî û baweriya vê çand û nirxê serî natewînin. Wê kurd li hemberî van ferasetên îmhayê li ber xwe bidin. Divê li dijî van zextana em bi cil û bergên xwe yên neteweyî li qadan bin.”
Em agirê Newrozê geş bikin
Dilber Demîr ji bo geşkirina agirê Newrozê hemû kes vexwend qadên Newrozê û wiha got:"Em gelê Kurd, çep-sosyalîst, bindestan, kedkar, jin û ciwanên ku bi hesreta azadî, wekhevî û demokrasiyê ne, vedixwînin Newroza Civaka Demokratîk a Azadiyê da ku agirê azadiyê geş bikin. Em bang li hemû gelên ku bi banga aştî û civaka demokratîk bawer dikin û hembêz dikin, dikin ku di vê Newroza ku agirê azadiyê lê geş dibe, bi hemû cudahî û rengên xwe li hola azadiyê bicivin.”