Konferans nîşaneya hêza jina Kurd e
Pêncşem 27 Adar 2025 - 03:35
Beşdarên konferansa yekemîn a jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku jin wê bi hêza xwe karibin destûreke demokratîk ji bo Sûriyeyê ava bikin, ku tê de hemû gel û pêkhate cih bigirin. Endama PYD’ê û endama Komîteya Koçberên Efrîn û Şehba li Hesekê Hêvîn Reşîd li ser girîngiya lidarxistina konferansê axivî û got:"Di Şoreşa Rojava de jinên Kurd li her qadê pêşengtî kir. Her wiha pêşengtiya jinên Kurd nexşerêyeke nû xêz kiriye." Hêvîn Reşîd diyar kir ku wê ev konferans bibe zemînek ji bo yekrêziya Kurdî û got:"Bi taybetî jî rola jinên Kurd di yekîtiyê de cihê xwe yê rast girtiye. Mînaka wê jî diyare ku çawa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû çalakî û kar de rola jinê sereke ye û yekîtiya herêmê dide nîşandan. Li aliyekî din jinên ku herêmên wan jî hatine dagirkirin îro di vê konferansê de amade ne, weke jinên Efrîn û Şehbayê. Ev jî hêz û îradeya wan jinan di avakirina yekîtiyê de dide pêş." Hêvîn Reşîd destnîşan kir ku armanca sereke ya vê konferansê yekitiya hemû jinên Kurd e û got:"Her wiha gelek mijarên ku hatin nîqaşkirin, di nav de rizgarkirina Efrînê û hemû herêmên dagirkirî bûn. Di wan herêman de hêzên tundrew dixwazin her xewna azadî û wekheviyê têk bibin. Pêwîstiya me bi yekîtiya hemû jinan ji hemû herêmên Sûriyeyê heye û heta ku em negihêjin armancên xwe yên azadî em dest ji têkoşînê bernadin."
Hêza me dengê hemû jinên Sûriyeyê ye
Endama Meclîsa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fatmê Lekto jî got:"Ev konferans dide nîşandan ku jinên Kurd bi hêz û hezkirina xwe û bi helwesta xwe a şoreşgerî û welatparêzî û dengê xwe ji bo paşeroja azad bilind dikin. Di nava Şoreşa Rojava de em jin bûn pêşeng. Ev hêza me dibe deng û hêz ji bo hemû jinên Sûriyeyê. Her wiha ev konferans dibe mînakek ji bo hemû jinên Sûriyeyê yên ku heta niha rastî qirkirinê tên. Em jinên ku di vê Konferansê de amade, em ê karibin di paşeroja Sûriyeyê de destûreke demokratîk ava bikin, da ku ew destûr bikeve malê hemû gelên Sûriyeyê, ku em tê de gelek rengan ava bikin û hemû gel tê de cih bigirin."
ANF/RÛKEN EFRÎN-ROJ DENÎZ