Berpirs hikûmeta Tirk e
Pêncşem 27 Adar 2025 - 03:25
Li Amedê di 21'ê Adarê de bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Newroza ku banga Rêber APO ya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" mohra xwe lêxist, gelek siyasetmedar, sendîkavan û nûnerên saziyên sivîl ên ji Fransa, Katalonya, Îspanya, Îrlanda, Belçîka, Federasyona Elmanya, Îtalya, Kenya, Çekya, Hindistan, Iraq, Misir, Îran, Lubnan, Iraq, Lîbya, Tûnûs û Herêma Kurdistanê beşdar bûn. Di nava mêvanan de Endamê Meclisa Şaredariya Zurîhê ya Swîsreyê Yves Henz banga Rêber APO ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA)nirxand. Yves Henz diyar kir ku ew wekî aktivîstekî ekolojiyê bi demokrasî û têkoşîna azadiyê ya gelan, bi taybet gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ye û got ku ew ji Kurdên ku ji ber zextên Tirkiyeyê neçar man koçî Swîsreyê bikin, fikra “modernîteya demokratîk” a Rêber APO û tevgera Kurd hîn bûye. Yves Henz anî ziman ku di rastiyê de têkoşîna ji demokrasî, ekolojî û azadiya jinê jî nirxên min dide der. Ji ber vê yekê ji bo min cihê kêfxweşiyê ye ku bi gelê kurd û tevgera kurd re têkoşîna demokrasî, ekolojî û azadiya jinê dimeşînim."
Dewleta Tirk ne ji dil e
Henz bal kişand ser berpirsyariya ku piştî banga Rêber APO ketiye ser milê Tirkiyeyê û got "Gelê Kurd ji bo aştî, demokrasî û azadiya gelan amade ye. Lê niha ji pêkanîna aştiyê, azadiya gelê Kurd û bidawîkirina vê dîktatoriya li ser gelê Kurd berpirsyar e." Henz bal kişand ser êrişên li ser PKK'ê yên li gel biryara agirbestê jî berdewam dikin û got:"Em difikirin ku dewleta tirk xwedî nêzîkatiyeke gelekî hovane ye û ne jidil e. Ev şerê li dijî gelê kurd bi tu awayî nayê qebûlkirin. Azadiya Abdullah Ocalan ji bo aştî û bextewariyê girîng e. Azadiya hemû gelên cîhanê bi hev ve girêdayî ye. Rojavayê cîhanê, bi taybetî bi kevneşopiya xwe ya emperyalîst û bi desteka emperyalîzm û faşîzma tirk re, divê bibe parçeyek ji çareseriyê û ji bo aştî, demokrasi û demokratîkbûna herêmê gavan bavêje." Henz bang li hemû mirovahiyê kir ku ji bo demokrasî, azadiya jinê û azadiya hemû mirovahiyê bi hev re têbikoşin û got: "Em ê bi hev re bi ser bikevin."
MA/HÎVDA ÇELEBÎ